Dayikên Aştî li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakî pêk anîn
16:27
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê di hefteya 41'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewşê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Mutabaqata Dolmabahçeyê, di hefteya 41'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev. Bi îlana OHAL'ê re xwestin çalakiya dayikan asteng bikin, lê dayika dîsa çalakiya xwe pêk anî.
Hêzên dewletê her hefte dixwazin dema çalakiya dayikan kêm bikin, vê heftê çalakiya dayikan 45 deqeyan dom kir. Hat zanîn ku polîsan gotiye ew ê heftê bê ji bo çalakiyê tenê destûra 30 deqeyan bê dayîn. Dayikan aşkera kir ku heta aştî neyê û Rêbertiya wan negihêje azadiya xwe, ew dê çalakiya xwe berdewam bikin û bertek nîşanî polîsan dan.
Di çalakiyê de dayika aştiyê Perîhan Akbulut axivî û der barê tecrîd û cezayê darvekirinê yê ji hêla AKP'ê ve anîne rojevê de ev tişt got: "Ji bo Rêbertiya me cezayê darvekirinê dixwazin. Heke tiştekî wiha bibe dê hemû gelê kurd darve bikin. Ew ne kesek tenê ye, milyonan kes xwe di wî de dibînin. Divê êdî nûnerê bi milyonan bê muxatab girtin."
Çalakî ji bo hefteya tê bê li darxistin bi dawî bû.
(rc)