Parêzera Abdullah Ocalan: Divê berxwedan bibe model

18:15

JINHA

RIHA - KJA'yê ji bo Nobeta Azadiya Ocalan di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedi derdikevim" de li navçeya Hewagê ya Rihayê panel pêk anî. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, beşdarî panelê bû û got, "18 salin li giravê berxwedanek heye. Divê em vê berxwedanê ji Girava Îmraliyê derxin û vê berxwedanê radestî gel bikin. Bi berxwedana gel divê em li dijî tecrîde azadiyê pêş bixin."

Kongreya Jinên Azad KJA, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya "Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedi derdikevim" bi civîn, panel û xebatên cuda berdewam dike. KJA'yê di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Hewagê panel pêk anî. Panela bi navê "çareserî ne darbeya sivîl û ne jî darbeya leşkerî ye. Çareserî muzakere ye" li ser tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah niqaş hatin meşandin. Panel li salona Sînema ya Hewagê pêk hat. Endama Buroya Hiqûqa Asrînê û Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, wekîlên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Huda Kaya, Dîlek Ocalan, aktîvîstên KJA endam û rêveberên DBP-HDP û gelek welatiyên din amade bûn. Li salona panelê pankartên "Em li dijî bêwarbûn, koçberî û bêkokbûnê di ber xwe didin" û "Bila Îmralî ne cihê tecrîdê de, bila cihê azadiyê be. Li salonê jinan bê naver lîlandin.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. Endama koordînasyona Jinê ya KJA'ê ya Rihayê Fatma Dogan diyar kir ku nêzîkatiya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî dîrokê diyar dike û wiha got: "Divê bi lezgîn dest ji helwesta tecridê berdin. Divê bi lezgîn heyetek biçe Îmraliyê."

Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku wan bi darbeyê re kampanya da destpêkirin û wiha got: "Piştî tecrîda li ser Rêber Apo li çar perçeyên Kurdistanê şer hatiye destpêkirin. Ocalan ji bo gelê kurd pir girîng e. Ji destpêka darbeyê heta niha rewşa birêz Ocalan nizanin. Me ji darbeyê re jî û OHAL'e re jî got na. Di bin navê OHAL'ê de her tiştî qedexe dikin. Em ji rayedarên hikûmetê bawer nakin. Divê heyetek serbixwe biçe li Îmraliyê hevdîtin bike û piştre Ocalan azad bibe."

'Divê berxwedan bibe model'

Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan ji 1999'an heta niha berdewam dike û wiha got: "Armanca komplo û tecridê dixwazin Ocalan bi fikr û hiş ji civakê dur bixin. Dixwazin di aliyê raman û birdoziyê de tasfiye bike. Ocalan 18 salin li grava Îmraliyê de di ber xwe dide. Divê em vê berxwedanê ji Îmraliyê derxin û radestî gel bikin. Bi tena serê xwe ji bo gelê kurd di ber xwe da. Divê êdî gelê kurd vê ala berxwedanê ji Îmraliyê dewir bigirin."

'Em agahî nagirin'

Newrozê, da zanin ku geşedanên li Îmraliyê pêş dikevein li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Hem hiqûqa Tirkiye û hem hiqûqa navneteweyî li hemberî vê tecrîdê bêdeng e. 18 salin em di nava hewldanan dene ku tecrîdê rakin. Lê şeva 16'ê Tîrmehê li gel ku em li girtîgehê geriyan jî bersîv neda me. Herî dawî em bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re axivîn. Bi devkî got rewşa Birêz Ocalan baş e. Xwest ji bo hevdîtinê em serî li wezareta dadê bidin. Lê li gel hemû hewldanan me encam nestend."

'Civak dê tecrîdê bişkîne'

Newrozê, destnîşan kir ku di 18-19'ê Tîrmehê de li hember Abdullah Ocalan hewldana suîkastê pêk hatiye û wiha got: "12 serbazan xwest birêz Ocalan birevînin. Gotin Helikopteran girtîgeha Îmraliyê bombe kiriye. Vê yekê fikarên me zêde kir. Piştî îdîayên der barê rewşa Ocalan de me serî li Dozgerê Komarê û Dadgeha Qanûna Bingehîn, NY, û CPT' da. Lê me tu bersîvek erênî negirt. Em vê yekê dibêjin ger ku tecrîd bê şikandin jî dê raperîn û berxwedana gel bişkîne. Dê civak tecrîdê bişkîne. Em dibêjin azadiya civakî dê tecrîdê bişkîne. Divê em çalakiyên xwe yên civakî û girseyî zêde bikin. Divê em bêtir dakevin kolanan. Birêz Ocalan 18 salin ji bo gelê kurd di ber xwe dide. Lê Gelê kurd jî divê vê berxwedanê ji Îmraliye derxe û radestî derve gel bike."

Di panelê de Huda Kaya jî li ser tecrîd û rola gel a li hember tecrîdê nirxandin kir.

(kom/rc)