ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Li Akademiya Zanist û Fikrê Azad Dewreya Şehîd Feysel Ebû Leyla bi coş didome. Endamên dewreya Şehîd Feysel Ebû Leyla diyar kirin ku perwerde ji bo wan gelek girînge û gotin, "Ev perwerde ji bo me tevahî endaman wateyek xwe ya giring heye. Jin bi fikir û ramanê Rêber Apo ji bo azadiya jinan gavên mezin davêjin."

* Minbic, bi operasyona Şehîd û Fermandar Ebû Leyla re bi qasî kêliyan nêzîk azadiya xwe ye û rojên tarî heya bêdawîtiyê li pey xwe hişt. Herî zêde jî jinên Mînbîcê bi vê re dê dest bi jiyanek nû bikin.

*Bi pêşengiya KJA’yê bi şîara ‘Ez xwedî li serokatî, xak û azadiya xwe derdikevim’ û ‘her warek welateke’ kampanya hat destpêkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucayê têkildarî kampanyayê de bang kir. Feleknasê got: “AKP li qadên mîtîngê dema behsa darvekirinan dike navê Birêz Ocalan tînin ziman.”

*Jinên ku ji dîrokê heya roja îro li hember pergala desthilatdariya kapîtalîzmê parastina çanda xwezayî dikin, jiyanê bi kedê xwe xweşik dikin. Seade Xelefa ku li gundê Til Necma dijî diyar kir ku ew li gund parastina çanda xwezayî dike û got, "Li gund jiyan bi kedê jinê xweşik dibe û dibe çavkaniya jiyanê. Her roj ji bo vejîna çanda resen ez di nava hewldanê de me."

*Jinên ku tevlî çalakiya "Nobeta azadiyê" ya ji bo Rêberê PKK Abdullah Öcalan hate destpêkirin bûne gotin, "Heya ku tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin"

*Masooma Muradî li Afganîstana ku civakek baviksalare, li dijî tahakuma zîhniyeta mêr ya hînê otorîteya jinê nebûye, Walitiya Daîkundî dimeşîne û têkoşîna xwe berdewam dike.

*Jinên Şirnexê li hember polîtîkayên dewletê 152 roje li ber xwe didin. Jinên şirnexê gotin: “Me dixwest ku gelê çepa tirk bê bi çavên xwe vê zilmê bibînin. Li hinek bajaran kampanya hatine destpêkirin lê em ne alîkarî em bi hevrebûnê dixwazin.”

* Ji girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiya DHKPC’ê Dîlek Kaya nameyek şand û diyar kir ku li dijî xespkirina mafan û zextan dest bi greva birçîbûnê kirine û gotin heta mafên xwe bigirin wê grevê berdeam bikin. Dîlekê da zanîn ku piştî şewata di hucreyê de dîsa xistine heman hucreyê û got tiştên li girtîgehan tên jiyîn 19’ê Qanûnê derbas kirine.