'Bi pêşengtiya jinê têkoşînkirin giring e'
09:01
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN- Li Akademiya Zanist û Fikrê Azad Dewreya Şehîd Feysel Ebû Leyla bi coş didome. Endamên dewreya Şehîd Feysel Ebû Leyla diyar kirin ku perwerde ji bo wan gelek girînge û gotin, "Ev perwerde ji bo me tevahî endaman wateyek xwe ya giring heye. Jin bi fikir û ramanê Rêber Apo ji bo azadiya jinan gavên mezin davêjin."
Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê di 21'ê Tîrmehê de, li Navenda Zanist û Fikrê Azad dewreyeke hevbeş bi navê Şehîd Feysel Ebû Leyla hate destpêkirin. Ev perwerde dê mehekê bidome. Bi giştî 31 kes tevlî dewreya perwerdê bûne, di nav de 16 jin ji Kantona Cizîrê û Kobanê jî cih digrin. Endamên perwerdeyê ji Desteyên Jin, Desteya Karûbarên Civakî, Desteya Çandî, ji Dadê û TEV-Çand pêk tên. Di dewreyê perwerdeyê de waneyên Rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Dîroka Jin, Sîstema Federal, Welatparêzî, Têgîn û Rêveberiya Xweser wê bên dayîn. Endama Desteya Jinê ya Kantona Kobanê Emîne Bekir têkîldarê rêveçûna perwerdê nirxandin kir û wiha got, "Dewreyên perwerdê pir giring in û bi taybet di pêvajoyek wiha de ji bo me jinan jî xwedî girîngiyek mezintire."
'Jinên Kurd ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak'
Emîneyê diyar kir ku ji ber di kesayeta jinê de civak hatî kolekirin divê jin bên esas girtin û azadkirin. Emîneyê wiha domand, "Waneyên Dîroka Jin û Civaka Xwezayî di nava xwe de rastiyên ku bi hezarê salan hatine veşartin derdixe holê. Em li vir hînê rastiyê dibin. Jinên Kurd di naskirin û famkirina dîroka xwe de gelek zehmetî kişandin. Li hêla din jî têkoşîna jiyanek bi rûmet didin meşandin. Jinan bi fikir û ramanê Rêber Apo ji bo azadiya jinan gavên mezin avêtine. Bi fikrê azad civakbûnê ji koletiya heyî ber bi azadiyê ve dibin. Jinên kurd mîna Arîn û Bêrîtanan bi fedekariya xwe ya di astên herî jor de ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak."
'Bi pêşengtiya jinê têkoşînkirin giring e'
Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Fatma Tahir jî anî ziman ku perwerde ji bo her endamek xwedî wateyek mezine û wiha pêde çû, "Dewreyê me hevbeşe. Hevalên mêr jî tevlîbûne. Em nerînên hev nas dikin, guhertinên ku di hişmendiya wan de hatiye çêkirin jî em dibînin. Lê çiqas guhertin hatibe çêkirin jî, divê hîn jî jin têkoşîneke xurt bide meşandin. Jin di warê guhertinê zîhniyetê de berpirsyare. Pergala serdestiyê bi pêşengiya jinan wê têk biçe. Jina azad ew jina ku bi têkoşîna xwe hemû pirsgirêkên heyî, bi taybet hişmendiya zilam biguhere û civakeke azad ava bike. Bi pêşengtiya jinê têkoşînkirin giring e. Îro Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî bûye zemînê vê yekê û gavên mezin ber bi azadiyê ve tên avêtin."
(hs/rc)