Ji tarîtiyê berbi ronahiyê ve: Minbic

09:02

JINHA

QAMIŞLO- Minbic, bi operasyona Şehîd û Fermandar Ebû Leyla re bi qasî kêliyan nêzîk azadiya xwe ye û rojên tarî heya bêdawîtiyê li pey xwe hişt. Herî zêde jî jinên Mînbîcê bi vê re dê dest bi jiyanek nû bikin.

Bajarê Mînbîcê ku 80 km. li bakûrê Rojhilatê Helebê ye, 60 km. dûrî Kantona Kobanê ye. Mînbîc bi qasî 5,183,99 km2 firehî û 398 metre jî li ser deryayê bilind dibe. Di sînorê bajarê Cerablûsê ku yek ji navendên biryargeha sereke ya çeteyên DAIŞ'ê pêk tîne, cih digire. Her wiha yek ji xeta alîkarî û derbaskirina alavên leşkerî ji Tirkiyê ji bo DAIŞ'ê dihat hesab. Di aliyê din yek ji bajarê herî mezin ê li Bakûr Rojhilatê Helebê ye.

Tê gotin Împaratoriya Aşûrî 2000 sal Beriya Zayînî herêma Minbicê girtiye bin desthilatdariya xwe û di belgeyên Aşûrî de navê wir 'Nampige' yanî Kanî tê pênasekirin. Di belgeyên ku ji paşmahiyên Aramiyan jî mane Mînbîc beşek ji welatê Beyt Eden ku di navbera du çemên Firat û Belx de cih digirt dihate hesabkirin. Di dîrokê de Mînbîc ji hêla hêzên ku li wir desthilatî kirine, piranî jî li gor zimanê xwe navên cuda girtiye. Grekan jê re gotine 'Bambyce', Roman jî gotine 'Hierapolis' ango cihê pîroz. Di dema Bîzansan de wek beşek ji Firatê tê navkirin. Tê gotin navê Kurdî yê Minbicê jî Mabûk ango 'mala bûkê' ye. Persan jî bi demkî li wir hûkum kirine û wek ciheke girîng bi dest girtine.

Herêma Minbicê nêzî çemê Firatê ye, lewre aboriya bajar piranî li ser çandinî û bazirganiyê ye û ji sedî 70'ê erdê wê tê çandin. Ligel çandiniya genim û ceh, darên zeytûn û porteqal û mandalîna jî hene.
Piştî pêşketina Îslamiyetê li herêmê, Mînbîc ji alî Memlûkî, Moxol, Osmaniyan ve hatiye dagirkirin. Di sedsala 20'emîn de piştî hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan jî wek bajarek ji Komara Ereb ya Sûriyê di lîteratora siyasî de cih girt.

Mînbîc di aliyê çandî de û pir rengiya gel û baweriyan de jî dewlemend e. Gelê Kurd bi demdirêjî li wir dijîn û niha gelên Ereb, Tirkmen, Çerkez û Ermen jî niştecihên wir in. Li Mînbîcê 500 gund jî hene ku têde Ereb û Kurd dijîn. Van gelan her dayîm bi awayeke wekhev û hevgirtî bi hev re jiyan kirine. Di dema Osmaniyan de tê gotin Mînbîc wek cihê Kurdan hatiye nasîn. Lê bi polîtîkaya Kembera Ereb ya rejîma Sûriyê re li vir hejmareke zêde Ereb hatine bicih kirin û bi vî awayî jî xwestin Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di xeteke teng de ragirin û li ser wan zext bidin çêkirin. Bêguman ev polîtîkaya dagirker a rejîma Baas tu car encam negirt û gelên herêmê hewl dan aştiyane bi hev re bijîn.

Şerê navxweyî yê Sûriyê û bandora li ser Mînbîcê

Di dema destpêkirina şerê li Sûriyê, di 2012'an, meha Tîrmehê de hêzên Artêşa Azad vir ji rêjîma Baasê girtin û di Adarê 2013'an de, çeteyên DAIŞ'ê dest bi êrîşa li ser bajar kirin. Di Cotmeha sala 2013'an de bajar dagir kirin. Çeteyên DAIŞ'ê bajarê Minbicê wek navendeke girîng a leşkerî bikar anîn û ji wir êrîşên li ser Kantona Kobanê û herêmê dikirin.

Ev sê sale ji bo gelê Mînbîcê destpêkirina rojên tarî û reş, kuştin û îşkenceyê bû. Pir kes ku serî li beramberî zextên çeteyan netewandin hatin kuştin. Yên ku rêbazên çeteyan pêk neanîn an li meydanên bajar hatin darve kirin, an jî bi awayên herî hovane hatin îşkencekirin. Kurdên wir piranî neçarî koçberiyê kirin. Lê jiyana gelên din jî asayî nebû. Ew jî rastê qetlîam û muameleyên dijwar hatin. Ji vê yekê herî zêde jî jinên li bajar bandor bûn. Li her dera ku DAIŞ dagir dike, ji bo jinan tê wateya cehenemê. Ew bi darê zorê bi çarşefên reş hatin pêçandin. ji wan re derketina derve hatin qedexe kirin. Ji wê jî xirabtir ew wek xirabker, tewanbar û hebûnên ji heywanan xirabtir nîşan dan. Ev nêrîna ku ji serdema herî tarî ya dîrokê jî paşverûtir e, firotin, îşkence, kolekirin û şuxulandina jinê tenê wek amûreke herî bêkêr ya seksê, rewa dît û wiha jiyan li jinê herimandin. Lewre bi destpêkirina hemleya Fermandar û Şehîd Ebû Leyla re yên ku herî zêde şad bûn û hêviya wan a vemirandî dubare geş bû, jinên Mînbîcê ne.

Rizgarkirina Mînbîcê

Di 5'ê Nîsana îsal de li navçeya Sirînê ya Kobanê Meclîsa Damezirîner a Rêveberiya Mînbîcê ji 43 kesan ku pêkhateyên herêmê tev tê de cih girtin, hate damezirandin. Di 2'ê Nîsana îsal de di bin navê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê bi tevlîbûna yekîneyên Şemis El-Şîmal, Elwiyet El-Firat, Siwar Minbic, Tabûra Tirkmen a Mînbîc, Kombûna tabûrên Şehîdên El-Firat, Lîwai Cind El-Heremên û Lîwai El-Qewsî hatin pêk dihat, xwe îlan kir. Di esas de armanca vê Meclisê rizgarkirina bajar û herêmê ji destên çeteyên DAIŞ'ê ye.

1'ê Hezîranê li ser bangewaziya gelê Mînbîcê pêngava rizgarkirinê destpêkir. Ji çar milan ji bajarokê Tişrîn û Qereqozaxê ve operasyon destpêkir. Di 3'ê Hezîranê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê Feysel Ebû Leyla bi giranî birîndar bû û di 5'ê de mehê jiyana xwe ji dest da. Ji vir pêve şervanên Meclîsa Leşkerî ji bo xeyalên fermandarê xwe pêk bînin û tola wî hilînin navê hemleyê kirin 'Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla'. Pêngava ku bi coş û moraleke mezin destpêkir û hêviya azadiyê di dilê gelê herêmê şîn kir, di mehekê de bêtirî 200 gund û mezra ji çeteyan paqij kir. Di van şeran de 600 çete hatin kuştin û cebixaneyek mezin kete destên şervanan.

Di vê navberê de gelê Minbicê pêl bi pêl berê xwe da şervanan û li gundê Ebû Qelqel a ser bi Tişrînê hatin bicihkirin. 75 hezar sivîl di demek kin de xwe gihandin şervanan. Çeteyên DAIŞ'ê ku gelê sivîl ji xwe re wek mertal bi kar anî, pirî caran pêşiya derketina wan astengî çêkir, an jî ew kuştin. Di yekemîn meha hemleyê de cepxaneyek mezin a leşkerî jî kete destên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê û 200 km hate rizgarkirin.

Di hemleyê de wek pêngava duyemîn jî piştî rizgarkirina gundûwarên bajar, di serî de rêyên derbasbûna çeteyan ji Creblûs û Babê hatin birîn. Wiha jî bajar ji hela bakûr, başûr, rojhilat û rojava ve bi tevahî kete dorpêça şervanan. Paşê pêngava rizgarkirina navenda bajar destpêkir.

Bajarê mayînan

Çeteyên DAIŞ'ê ku Minbic wek navendeke stratejîk ya leşkerî bi kar dianînin, ji bo pêşiya hemleya rizgarkirinê bigrin û darbe li şervanan bixin, hemû bajar, gund û rê mayîn kirin. Çeteyên ku hêza wan a şerkirin û li berxwedayînê nemabû, bi êrîşên bombebarkirî jî xwestin hemleyê dereng bixin. Lê bê encam man. Hêzên taybet yên îmhekirina mayînan li her mal û deverê mayîn îmhe kirin û hêzên pispor ên sûîqestê jî êrîşên bombebarkirî yên seyareyan beriya bigihîjin hedefa xwe tune kirin. Pêşketina şervanan ber bi navenda bajar dewam kir û çete li navendê ketin çembere. Li navenda bajar 3 hezar mayin, bi giştî 12 hezar mayin hatin bêbandor kirin. Di serî de rêyên li derdora bajar yên ku çete lê bicih bibûn hatin paqijkirin. Herwiha hewldana şervanan ji bo ku gelê sivîl bi awayeke ewle ji bajêr derkevin jî dewam kir. ji navenda bajar bi hezaran kesên sivîl hatin rizgarkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo ku dorpêçê bişkênin bi caran bi ser Reqayê û Cerablûsê ve êrîş kirin, lê hercar ev êrîşên wan hatin şikandin û bê encam ma. Bi hezaran gelê bajar berê xwe dane şervanan û ciwanên Minbicî jî bi îdeayeke mezin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê bûn ji bo ku axa xwe ya ku çeteyan jiyan tê de fetisandibûn, dubare zindî bikin.

Şewitandina çarşefên reş sembola rizgariya Mînbîcê ye

Di pêvajoya rizgarkirina Minbicê jinên ku xwe ji komkujî û êrîşên hov ên çeteyan rizgar kirin, wek ku ji cehemenê birevin, tevahiya qirêjî û reşahiya çeteyan jî dane ber agir û bi heyecan û coşeke mezin ew çarşefên reş şewitandin. Ev fotoyên ku sembola azadiya Mînbîcê jî îfade dike, ji bo jinên Mînbîcê tê wateye pêvajoyeke nû, jiyaneke nû ku tê de tirs, heqaret, kuştin û bindestiyê nejîn. Wan di mêjî de bindestiya îdeolojîk a çeteyan qebûl nekir û wek nîşandayîna vê jî jinên ciwan ên Mînbîcê xeta ku azadî û wekheviya gelan diparêze hildibijêrin.

Di dema destpêkirina Hemleyê heya niha bêtirî dehan jinên Mînbîcê tevlî şervanan bûn û di 4 mehan de jî 150 jin di nav refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih girtin. Jinên Minbicê jî wek tevahiya jinên Rojava û Bakûrê Sûriyê bi feraseta jiyana bê parastina rewa, bi xwe re koledarî û bindestiyê tîne û ev yek di 4 salên dawî de bi awayeke herî giran jiyan, niha tevlî qada parastinê dibin û dê di demeke nêz de jî Yekîneya xwe ya leşkerî saz bikin.

Tê hêvîkirin ku wek li tevahiya Rojava û herêmên ku ji destên çeteyan rizgar bû, li Mînbîcê jî bi feraseta Netewa Demokratîk pergalek ku wekhevî û demokrasiyê bike kevirê bingehîn were damezirandin. Ev jî dê ji bo gel û jinên Mînbîcê bibe qonaxeke nû ku bikaribin hemû mafên xwe yên xwezayî, siyasî, civakî û aborî, çandî û rêveberî bi dest bixin. Lewre dikare were gotin ku Mînbîc niha ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe.

(en/hu)