Heya tecrîd bi dawî be jin dê li qadan bin
09:07
JINHA
AMED - Jinên ku tevlî çalakiya "Nobeta azadiyê" ya ji bo Rêberê PKK Abdullah Öcalan hate destpêkirin bûne gotin, "Heya ku tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin"
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li her çar aliyê Amedê bi tevlîbûna sedan welatî çalakiya "Nobeta Azadiyê" pêk tê. Jinên ku bê navber tevlî çalakiya nobeta azadiyê dibin diyar kirin ku heya tecrîd bi dawî bibe ew ê li qadan bin. Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaşê anî ziman ku ew piştî hewla darbeyê 15'ê Tîrmehê çalakiya nobetê dane destpêkirin.
'Hember tecrîdê çalakî belav dibin'
Ulkûyê destnîşan kir ku piştî hewla darbeyê û îlana OHAL'ê agahî ji Îmraliyê nayê girtin û wiha domand, "Piştî hewla darbê, hikûmet derbarê tenduristiya Ocalan de tu daxuyanî neda. Heya em agahiyek baş negrin û tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya nobetê berdewam bike. Çalakiya nobeta azadiyê ya ku li Amedê destpêkiriye her ku diçe belav dibe."
'Her kes bila li cihê xwede hember tecrîdê derê'
Zeynep Kaya jî bal kişand ku pêwîst bibe ji bo rakirina tecrîd ew ê bi mihan di çalakiya nobeta azadiyê de bin û wiha berdewam kir, "Piştî hewla darbeyê AKP'ê bi navê 'nobeta demokrasiyê' berê gel da kolanan. Çima gava ew nobet digrin li gor qanûnê ye gava em digrin dervî qanûnê ye! Her şev dora me bi wesayîtên polîsan tê dorpêçkirin. Banga min ji tevahî gelê Kurd re; Her kes bila li cihê xwede hember tecrîdê derê. Eger ew bi tang û topên xwe hene yê me jî wîjdan heye."
(mm-bc/rc)