Girtî Dîlek Kaya: Girtîgeh 19’ê Qanûnê derbas kiriye
10:16
JINHA
ENQERE- Ji girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiya DHKPC’ê Dîlek Kaya nameyek şand û diyar kir ku li dijî xespkirina mafan û zextan dest bi greva birçîbûnê kirine û gotin heta mafên xwe bigirin wê grevê berdeam bikin. Dîlekê da zanîn ku piştî şewata di hucreyê de dîsa xistine heman hucreyê û got tiştên li girtîgehan tên jiyîn 19’ê Qanûnê derbas kirine.
Ji girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiya DHKPC’ê Dîlek Kaya têkildarî çalakiya şewitandina hucreyê ya li dijî xespkirina mafan û zextan nameyek şand û got ji bo protestokirina pêkanînên keyfî û îşkenceyan koxuş dane ber agir.
Dîlekê di nameyê de tiştên di pêvajoya dawî de hatine jiyîn nivîsî û got piştî şewata hucreyê şûnde dîsa xistine heman hucreyê û got tiştên li girtîgehê tên jiyîn pêkanînên 19’ê Qanûnê derbas kirine. Dîlekê di nameya xwede wiha got:
‘Alav avêtine nava agir’
“Em li vir bi awayekî keyfî tên girtin. Her der bûye tenî. Dîwar hemû reş bûne. Yanî mirov nekarin têde bijîn. Em nekarin bîhnê bigirin. Ev hawir dibe sedema gelek nexweşiyan. Îdareya girtîgehê me wisa ceza dike. Ji ber cezayên Nurhan û Rojdayê hene deriyên hucreyên wan girtîne. Hemû pirtûk, kaxiz, pênûs, lênûsk, komîdîn çi hebû hatiye girtin. Min xwest bide. Lê nedan. Ji bilî cilên ser Nurhan û Rodayê tiştekî wan nemaye. Ya girtine yan jî avêtine agir. Ji ber em di van şert û mercan de tên girtin em ji 5’ê Tebaxê de di grevê de ne. Heta alavên me neyên dayîn emê grevê berdewam bikin. Bi hêvî û berxwedan.”
(he/hu)