Jinên Ciwan Kongreya Komeleya Jinên Ciwan silav kirin

12:15

JINHA

HESEKÊ -Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava, Kongreya Komeleya Jinên Ciwan silav kirin û piştgiriya xwe yê ligel biryarên kongrê bi daxuyaniyek anîn ziman. Di daxuyaniya jinên ciwan de wiha hat gotin, "Em hemû biryarên Kongreya Komeleya Jinên Ciwan wek biryarên xwe dibînin."

Kongreya Komeleya Jinên Ciwan di 12-14'ê Tîrmehê de bi biryarên girîng û serkeftî pêk hatibû. Jinên Ciwan ên Rojava kongreya ku bi dirûşmeyê "Bi pêşengtiya Jinên Ciwan serhildan, heta azadiyê tolhildan" pêk hatî bi daxuyaniyek silav kirin. Di daxuyaniya jinên ciwan yê ku li ber Navenda Jinên Ciwan ên Rojava ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hêlîn Mihemed ve hat xwendin de wiha hat gotin, "Kongreya Komeleya Jinên Ciwan ku hate lidarxistin, em ne tenê li jinên ciwan ên Kurdistanê, lê li hemû jinên ciwan yên cîhanê pîroz dikin. Di vê pêvajoya girîng de, pêkanîna kongereyeke bi vî rengî hêviyeke mezin ji bo hemû jinên ciwan e."

Daxuyanî bi vî aweyî berdewam kir;

"Li hember êrîşên kapîtalîzmê taybet êrîşên ku jin wekê meta bi kar tîne û civakê di kesayeta jinê de bêexlaq dike, têkoşînkirin wek erkeke mirovahî li pêşiya me ye. Di sedsala 21'an de hişmendiya mêrê desthilatdar bi her awayî li ser jinan hatiye meşandin. Jin wek namûs, mal û milkên xwe dîtin û li ser vî bingehî her roj jin tên kuştin, tacîz û tecawizkirin jî pêş dikeve. Bi rêya dewletan gelek zagon li dijî exlaq û mirovahiyê derxistin û ji bo ku baviksalarî bê parastin jin ceza û sucdar kirin. Bi rêya pergala kapîtalîzmê, çanda baviksalarî kûrtir dibe. Rastiya jin û mirovahiyê tê berevajîkirin û ji cewhera wê tê dûrxistin. Li hember van êrîşan bi pêşengtiya Rêber Apo têkoşîna azadiya jin gelek destkeftiyên mezin bidestxistin û ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe. Jinên kurd di welatê xwe de ku pêşengtiya civakbûn û mirovahiyê kirin, careke din xwedî li nirxên mirovahî derdikeve.

Li hemberî çeteyan têkoşîneke dîrokî tê meşandin. Ne tenê li hemberî çeteyan, li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ, li Bakûr li hemberî hişmendiya AKP'ê ya faşist û dagirker, li Başûr jî li hemberî xeta îxanetê, li Rojhilat li hemberî pêşverû û kevneşopiyê têkoşîn tê meşandin. Ev têkoşîn ne tenê li her çar aliyên Kurdistanê ye, li her deverê ku desthilatdariya hişmendiya mêr hebe tê meşandin. Çawa ku êrîşên herî zêde li hember jinên ciwan têne meşandin, pêşengtiya têkoşîna û bilindkirina wê jî wê jinên ciwan pêşbixînin."

Şoreşa Rojava di kesayeta Arîn Mîrkan û di berxwedana Bakûrê Kurdistanê de jî di kesayeta heval Axîn Mahir de ev pêşengtî hat diyarkirin. Ji bo azadiya Rêberê xwe, welatê xwe, gelê xwe û jina azad heya dawî têkoşîn didin û bi qehremanî şehîd dikevin. Ev qehremantî ne tenê li Kurdistanê tê meşandin, li hemû cîhanê belav dibe. Ne tenê ji jinên kurd, ji hemû gelan, jinên ciwan tevlî têkoşîna azadiya jinê dibin. Em vê kongreyê bi rihekî fedayî ji bo fizîkî azadkirina Rêber Apo wekî israrkirinê dibînin. Ji ber tecrîda li ser serokatî her diçe giran dibe. Em weke jinên ciwan, bi rihekî fedayî di azadkirina serokatî de îsrar dikin û têkoşîna xwe xurt dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Em Kongreya Komeleya Jinên Ciwan a ku hate lidarxistin, gelekî bi wate û girîng didînin. Biryarên Kongeryê ji bo serkeftinên azadiyê we bibin gavên herî mezin, li ser vî bingehî hemû biryarên kongre wek biryarên xwe dibînin û heya dawî em ê bi dirûşma "Bi pêşengtiya jinên ciwan serhildan, heta azadiyê tolhildan" têkoşîn bikin. Careke din em kongre li hemû jinên ciwan ên cîhanê pîroz dikin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

(eh/hs/rc)