‘Me berxwedana li dijî zextan ji dayika hîn kir’
13:10
JINHA
AMED – Heyetek jinan ku di nav de Sebahat Tuncel, Çaglar Demîrel û Leyla Guven hebû, çû serdana Dayikên Aştiyê yên rastî êrîşa polîsan hatine. Jinan got di şexsê dayikan de li dijî nasnameya jinan êrîş pêk hatiye û got: “Qet ne tenê ne. Me berxwedana li dijî zextan ji dayikan hîn kiriye.”
Ji meclîsa dayikên aştiyê ya Amedê Nezahat Teke û Havva Kiran ku ji Sêrtê vedigeriyan di rê de rastî êrîşa fizîkî û gotinî ya polîsan hatin. Bi vê armancê li avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê civîn pêk hat. Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka KCD’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, berdevka demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata, hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek , parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel beşdar bû.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û got tişta li dayikên aştiyê hatiye kirin nayê qebûlkirin û got: “Dayik ji bo xebat û mîtîngê çibûn Sêrtê. Di vegerê de polîs wan dide sekinandin. Îşkencê lê dikin. Emê xwedî li dayikên xwe derkevin. Dayikên aştiyê rumeta gelê Kurde. Bi salane ji bo em negirîn ew dixebitin.”
Leylayê destnîşan kir ku ji bo îradeya jinên Kurd bişikînin van êrîşan pêk tînin û ev tişt anîn ziman: “Li Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan qetil kirin. Bi vê xwesetin peyamê bidin jinên Kurd. Piştî Parîsê, li Sîlopiyê wisa kirin. Di şexsê dayika Taybet de hat jiyîn. Piştre di şexsê Ekîn Wanê de hat kirin. Tevî van jinên Kurd her tim li pêş bûn.”
‘Me berxwedana li dijî zextan ji dayika hîn kir’
Hevberdevka KCD’ê Gulîstan Kiliç jî axivî û êrîşa li dijî dayikên aştiyê şermezar kirin û got: “Li vî welatî herî zede dayik li dijî zext û zilmê berxwe didin. Me jî berxwedan ji dayikan hîn kir. Dayikan her tim têkoşîna aştî û demokrasiyê meşandiye. Pêkanîna li dijî wan darbeyê vedibêje. Lê dayikên Kurd ji têkoşîna xwe şûnde gav navêtin. Her tim wê bidomînin. Emê her tim xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
‘Dayik ketin qadên şer yên ku kes nekarî bikevê’
Sebahat Tuncelê jî bi lêv kir ku dayik gelek caran ketin qadên şer yên ku kes nekarî bikevê û got: “Ji bo aştiyê xebatên mezin meşandin. Carna çûn cem dayikên leşkeran, carna çûn qadên şer. Bûn mertalên zindî. Her çarşemê ji bo şer nebe li Dolmabahçeyê rudinin û dibêjin muzakere. Ev dayik her rojên şemiyê aqibûbeta zarokên xwe dipirsin. Şer herî zêde li ser jinan hat meşandin.”
Berdevka demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata û parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel jî axivîn û gotin wê her ti m ligel têkoşîna dayikan bin.
‘Em ji kesînatirsin’
Dayika aştiyê Havva Kiran jî wiha got: “Em ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê cîhanê, ji bo jinan têdikoşin. Ev zext nekarin me têk bibin. Emê têkoşîna xwe bidominin. Em ji kesî natirsin.”
(mm-ho/hu)