Navê 5 kesên ku di teqîne de jiyana xwe ji dest da diyar bûn

13:20

JINHA

AMED - 5 kesên ku duh di teqîna li Amedê de jiyana xwe ji dest dan, hat zanîn ku ji heman malbatê ne.

Di teqîna ku duh li têketina Pira Dehderî ya Sûra Amedê li hember mînîbusa polîsan pêk hat de, 5 sivîl ên ku wesayîta wan di navbera wesayîta teqemenî û ya polîsan de mabû, jiyana xwe ji dest dabûn. Agahiyên nasnameyên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn. Di dema teqînê de Behiye Yildirim (56), keçên wê Derya Yildirim (25) û Demet Yildirim Aydin (30) û neviyên wê Ogûz Kaan Aydin (5) û Çelîn Naz Aydin (2) ên di wesayîtê de bûn, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Necatî Yildirim ê ku ew jî di wesayîtê de bû bi giranî birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî di beşa lezgîn de tê rawestandin.

Hat zanîn ku dê cenazeyê her 5 kesên ku li morga nexweşxaneyê tên rawestandin, îro li gundê Maciran ê Erxeniyê bên definkirin.

(rc)