Dayikên Aştî: Divê ji kesên berpirsyar hesab were pirsîn
15:03
JINHA
SÊRT - Meclîsa Dayikên Aştî yê Sêrtê û Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca, têkîldarê du dayikên aştî ên li ser riyê Sêrtê ji aliyê polîsan ve rastî êrîşê fîzîkî û devikî hatî, bang li Waliyê Sêrtê kirin ku hesab ji kesên berpirsyarê bûyerê bê xwestin kirin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştî yê Sêrtê û Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca li avahiya bajarê ya HDP'ê civînek çapemenî têkîldarê bûyerê êrîşa zayendî û devikî ya polîsan hember du dayikên aştî pêk anîne de li dar xistin. Di civînê de ser navê Dayikên Aştî yê Sêrtê Akîde Arslan axivî û êrîşa zayendî û heqeretê ku polîsan li dayikan kirine bi tundî şermezar kirin.
'Pêkanînek dervî mirovahiye'
Akîde diyar kir ku êrîşên zayendî û heqeretê hatî kirin dervî mirovahiyê ye û wiha got, "Ev pêk anîn di Mislimantiyê de jî cihê wê nîne. Di cîhanê de tu dewlet, gel û bawerî vê pêk anînê nake. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Êrîşek wiha li hember dayikên aştî pêk hatine, ev yek me ji dil ve xemgîn dike. Divê tevahî jin di serî de hember vê êrîşê û tevahî êrîşên tacîz, tecavûz û cînayetên ku hember jinan pêk tê xwe bi rêxistin bikin û serî hildin. Divê jin xwedî li jinê derê."
'Helwesta li hember jinên Kurd bi dijminahiye'
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca jî anî ziman ku dewlet bi salane li hember jinê bi feraseta zayendîperestî, mîlîtarîstî û nijedperestî tevdigere û wiha domand, "Dayikên me Nezahat û Havva bi salane temenê xwe fedayî têkoşîna aştî û demokrasiyê kirine. Pêk anînên bi vî aweyî em tu car napejrînin. Bi salane ev zîhniyet bi çi aweyî li hember me tevdigre em dizanin. Helwesta li hember jinên Kurd bi dijminahiye."
Bang li Waliyê Sêrtê
Besîmeyê bi lêv kir ku ew ê wek jin li hember helwestên wiha bêdeng nemînin û wiha pêde çû, "Em bang li Waliyê Sêrtê dikin ku hesab ji kesên berpirsyar bên xwestin. Em ê wek jin li hember zîhniyeta AKP'ê ya ku dixwaze darbeyê kurbike têkoşîna xwe mezin bikin. Kiryarên hember Havva û Nezahatê em wek sûcê mirovahiyê bi nav dikin. Em vê helwestê napejrînin û şermezar dikin."
(rc)