Ji bo Kampa Holê konê piştevaniyê hat vekirin
15:17
JINHA
AMÛDÊ- Bi armanca piştevaniya Kampa Holê Kongra Star û TEV-DEM'ê kona piştevaniyê gel vekirin.
Li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongra Star û TEV-DEM'ê ji bo koçberên Kampa Holê konê piştevaniyê vekirin. Rêxistinên alîkariyê a navnetewî ji ber xwedî li erkê xwe dernayê, welatî dest bi xebatê piştevaniyê kirin. Konê ku li Qada Şehîd Cîhad hatî vekirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat.
Endama Rêveberiya Kongra Star ya bajarê Amûdê Minewer Xalid diyar kir ku rêxistinên mirovî yên navnetewî ji bo alîkariyê koçberên Holê bi erkê xwe ranebûn û wiha pê de çû: "Me weke Kongra Star û TEV-DEM'ê ji bo piştevaniya koçberên ku ji zilma çeteyên DAÎŞ'ê neçar mane warê xwe terk bikin, konê piştevaniyê vekir. Ev yek ji bo biratiya gelan û pêşxistina netewa demokratîk e. Em bang li tevahî saziyên mafên mirovan û komeleyên piştevaniya gel dikin ku xwedî li koçberên li qampê dimînin derkevin."
(rh/hs/rc)