Kêfxweşiya jin û zarokên ku ji zilma DAIŞ rizgar bûne

15:41

JINHA

MINBIC - Di Hemleya Fermandar Feysel Ebû Leyla de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelek sivîl ji zilma çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Jinên ku ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûne, coşa azadiyê dijîn.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di Hemleya Fermandar Feysel Ebû Leyla de gelek sivîl ji zilm û zordariya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn. Ji nav 300-350'î sivîlên ku hatine azadkirin hêjmarê herî mezin jin û zarokin. Ji objektîfa JINHA'yê kêfxweşiya azadiyê jin û zarokan diyar dibe. Jinên ku çavê wan ji ber rizgarbûna ji hovîtiya DAIŞ'ê dikene gotin, "Em bi saya berxwedaniya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic ji zilma çeteyan hatin rizgar bûn." Zarokan jî anîn ziman ku ew li gel çeteyan nedikarîn bikinin û gotin ,"Lê bi dîtina şervanan êdî em hêsirên xwe paqij dikin û careke din rûyê me bi ken dibe."

(rê/hs/rc)