Li Ewropayê hember tecrîdê çalakî belav dibin

16:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Awûstûryayê hat şermezarkirin.

KÎEL

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kîel ê Elmanyayê dijîn, li meydana Asmûs Bremerê li hev civiyan û têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavok belav kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vê derê axaftin hat kirin û hat ragihandin, heta tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin. Wê li ber avahiya televîzyona Kîel NDR jî îro çalakiyek bi heman armancê bê lidarxistin.

DUSSELDORF

Ciwanên kurd pankartek mezin a bi nivîsa "Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin" bi pira Rheînknîe ya Dusseldorfê ve kirin. Ciwanan diyar kirin, heta tecrîd bê rakirin ew ê li qadan bin. Ciwanan her wiha biryarên kongreya 5. a Komalên Ciwan jî silav kirin.

MAÎNZ

Endamên Ciwanên Azad, li bajarê Maînz ê Elmanyayê pankartek bi nivîsa "Freîheît fur Ocalan-Ji Ocalan re Azadî" vekirin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" heta navenda bajêr meşiyan.

REÛTLÎNGEN

Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê, endamên Ciwanên Azad bi şiyara "Ji Ocalan û Kurdistanê re azadî" çalakî lidar xistin. Ciwanan pankartek bi pira li ser rêya B464 ve kirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê tê pêk anîn şermezar kirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê li ciwanên Kurd hat kirin.

DARMSTADT

Endamên Ciwanên Azad li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî" ya bi zimanê Elmanî bi pirek li ser rêya navendî ve kirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî ciwanan çalakiya pankartê lidar xistin û xwestin Abdullah Ocalan azad bibe. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" bi pira li ser rêya navendî ve kirin.

ROTENBÛRG

Ciwanên Kurd li bajarê Rotenbûrg (Wumme) yê Elmanyayê, ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi sprey û pankartan çalakî pêk anîn. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Free Ocalan - Ji Ocalan re Azadî" bi pira navendî ya li ser rêya bejahî ve kirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Tîma Şehîd Erdal Welat, pankart bi pirek li ser rêya navendî ve kir û tecrîda giran şermerzar kir. Di çalakiyê de ciwanan pankarta bi nivîsa "Em ê cîhanek bê Abdullah Ocalan bi serê we ve biruxînin" a bi zimanê Fransî daliqandin û xwestin derhal tecrîd bê rakirin.

MARSÎLYA

Li meydana Vîeûx-Port a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Abdullah Ocalan stant hat vekirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan sînevîzyon hat nîşandan û belavok hatin belavkirin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî stranên xwe yên li ser Abdullah Ocalan gotin.

LONDON

Li paytexta Îngilîstan Londonê, endamên Ciwanên Azad li ber parlamentê, pankarteke mezin a bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" ya bi zimanê Îngilîzî vekirin. Pankarta bi 15 metreyan dirêj bi pira Westmînster Brîdge ve hat kirin û bala tûrîstan kişand. Ciwanan dan xuyakirin, ku heta ew agahiyê ji Abdullah Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomîn in.

INNSBRÛCK

Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bêdengiya Ewropayê hatin şermezarkirin. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin li ber avahiya rojnameya Tîrole Tageszeîtûngê pêk hat. Li vir pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha dosyayek li ser tecrîdê radestî rêveberên rojnameyê hat kirin.

(rc)