Li Artûklû û Qoserê serdegirtina malan

16:41

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeyên Artûklû û Qoserê, di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê, îro danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Li navçeya navendî Artûklûyê danê nîvro polîsan bi ser mala Îsmer Kalkan de girt û di serdegirtinê de keça Îsmet, Rozerîn Kalkan (19) hat binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li malê hîn jî didome.

Li navçeya Qoserê jî danê sibehê saet di 05.00'an de polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtinê de hat zanîn ku ciwanê bi navê Serhat Ozel hat binçavkirin. Li gel vê hat destnîşankirin dibe ku hejmara serdegirtin û binçavkirinan zêde bibe.

Her wiha hat zanîn ku Endamê PM'a DBP'ê Mahîr Dogû Tekîn ê ku duh hatibû binçavkirin û Rêvebira KJA'yê Gulîstan Înan a ku îro hatibû binçavkirin, bi biryara dozgeriyê dê heta 5 rojan hevdîtina wan bi parêzeran re pêk neyê.

(kom/rc)