Li Efrînê jinên ciwan xwe perwerde dikin
16:42
JINHA
EFRÎN- Kongra Star bi armanca hîn zêdetir perwerdekirina ciwanan û naskirina girîngiya perwerdê, li Akademiya Şehîd Êstirvan 1. dewreya perwerdeya jinên ciwan a bi navê dewreya Şehîd Gul Bihar vekir.
Kongreya Star bi armanca danasîna giringiya perwerdê ji bo jinên ciwan û bi beşdarbûna endama Koordînasyona Kongreya Star Zelal Ceger, 1. dewreya perwerdeyê a bi navê Dewreya Şehîd Gul Bihar li gundê Meraniyê yê Navçeya Şiyê a Kantona Efrînê hate vekirin. 19'e endamên jinên ciwan ji beşê arşîv û ragihandina Kongreya Star, TEV-DEM'ê, Rêxistina Sara û Weqfa Jinê tevlî vê perwerdeyê bûne. Ev dewre dê 20 roj berdewam bike.
Di roja yekem a perwerdeyê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrînê Zelal Ceger ji bo endamên perwerdeyê, beşa dîroka Kurdistanê, erdnîgariya Kurdistanê û dîroka jin vegot.
(fr/hs/rc)