ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Esnaf ên Colemêrgê nerazîbûnê xwe li hember pêşnûmeya ku statubûna Colemêrg û Şirnexê ji bajarbûnê bê derxistin dan û gotin, "Em vê pêşnûmeyê erê nakin. Ji ber ev biryar dê li pêşiyê koçberiyek nû veke."

*Jinên Efrînê têkîldarê qetilîamê jinan ên ku di demên dawî de li Kantonê zêdebûne de nirxandin kirin. Jinan gotin, "Divê êdî jin xwe bi rêxistinbûn hember pergala desthilatdariyê têbikoşe. Li hember şîdeta mêran divê jin parastina xwe yê cewherî esas bigre."

*Dayika Berîvan Kandemîr ya PKK’î k udi encama êrîşa hewayî ya Heftanînê de jiyana xwe ji dest da, Kîşmîş Kandemîrê keça xwe vegot û diyar kir ku ew bi keça xwe serbilinde û wê xwedî li têkoşîna wê derkeve. Kîşmîşê got: “Di temenê biçûk de xistibû serê xwe ku bibe gerîla. Bi dilê xwe yê biçûk girîngiya têkoşîna azadiya jinê vegot.”

*Jinên Heskîfê bertek nîşanê bendava Ilisuyê dan û naxwazin xaka xwe terk bikin. Jinan gotin wê bîranîn, jiyan û goristanên wan di bin avê de bimînin û da zanîn ku ew bendavê naxwazin,dixwazin li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn.

*Salîha Yacan bi ereboka destan ji nav zeviyan bereket û xwezabûnê hildigire û ji kesên di nava TOKÎ’yan de hatinê hapskirin, re dibe. Salîha di heman demê de wek jinek mînak debara mala xwe dike.

* Gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademsiyen bertek nîşanî helwesta li hember HDP'ê piştî hewla darbê dan û kampanya bi navê "Darbe qutbûnê demokrasî yekîtiyê çêdike" dan dest pêkirin. Hunermend Jûlîde Kural ya ku piştgirî da kampanyayê got, "Pêk hatina demokrasiyê bi çarseriya pirsgirêkên Kurd wê pêk were. Ji bo civîn û mitîngan ne bangkirina HDP'ê şaşiyek mezine."

*Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanî êrîşên dewletê ser dayikên aştiyê Nezahat Teke û Havva Kiran û gotin: "Emê li hember hemû êrîşên ser jinan têkoşînê mezin bikin. Bila ji bîr nekin teqez dê rojek aştî serkeve."

*Jinên di fîrmaya Samsungê de dixebitin ku bi salan rastî newekhevî û heqdestekî kêm hatin, det bi greveke mezin ya het aniha li welat nehatiye dîtin, kirin. 30 hezar xebatkarên jin diyar kirin ku divê heqdestê wan jî wek yê xebatkarên mêr bin û gotin divê 3 endamên lijneya rêveberiyê jin bin. Jinan got şertên wan neyên cih wê venegerin.