Jinên Esnaf: Divê jin hember biryara pêşnûmeyê têbikoşin
09:00
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên Esnaf ên Colemêrgê nerazîbûnê xwe li hember pêşnûmeya ku statubûna Colemêrg û Şirnexê ji bajarbûnê bê derxistin dan û gotin, "Em vê pêşnûmeyê erê nakin. Ji ber ev biryar dê li pêşiyê koçberiyek nû veke."
Hikûmeta AKP'ê û artêşa Tirkiyê piştî êrîşên qirkirinê ya li hember herêmên xwerêveberiyê pêk anîn vê carê bi pêşnûmeyê ku amede kiriye û şandiye meclîsê re dixwazin Colemêrg û Şirnexê ji bajarbûnê derbixin. Li gorî pêşnûmeyê hatî amede kirin Cizîr û Gever dibin bajar. Navê Colemêrgê wekî "Çolemerîk" navê Şirnexê jî dê wekî Nûh bê guhertin. Herdu navendên ku bi qedexe û dorpêçê re ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin. Bi van êrîşan re bi polîtîkaya koçberkirinê li ser welatiyan didin ferzkirin. Hikûmet niha jî bingeha siyasî ya herdu navendan belav bike serî li vî riyê dide. Jinên Esnaf yên Colemêrgê bertek nîşanî pêşnûme û biryara hikûmetê dan û gotin, "Em vê biryarê erînî nabînin."
'Em vê biryarê erînî nabînîn'
Gûlşen Erîk ya ku ev 13 sale esnafiyê dike anî ziman ku dê bi vê biryarê re keda jinan bê koçber kirin û wiha got, "Ez 13'e sale kare esnafiyê dikim. Bi kare xwe debara mala xwe dikim. Lê niha ji bo Colemêrgê û Şirnexê plansaziyek xistine dewrê. Eger ev biryar di meclîsê de bi aweyek fermî bê pejrandin, dê bandorek neyînî li kedê jinan yê bi salan bike. Em li vir bi keda destê xwe û li hemberî hemû zor û zehmetiyan têdikoşin. Em vê biryarê erînî nabînin û em naxwazin keda destê me bi biryarekî bê koçber kirin."
'Divê jin hember biryarê têbikoşin'
Seyran Erçîn ya ku 10 sale karê derûniyê dike bal kişand biryarê ku hikûmetê standiye û wiha got, "Ez naxwazim ev tişt bê qebûl kirin. Çima ev biryar ne li bajarên Tirkan, tenê li Kurdistanê dikeve meriyetê. Em vê yeke erê nakin. Kedê me li vir ne tenê ji bo pêk anîna aboriyê xwe ye, her wiha ji bo parastina çandê gelerî ya Colemêrgê ye. Divê ev biryara hikumetê nekeve meriyetê, bila tu jin vê biryarê qebûl nekin û her jin li hemberî vê biryarê têbikoşe û xwedî li bajarên xwe derên."
'Ev biryar li dijî keda jinan e'
Kader Zîrek bi lêv kir ku ew 18 sale esnafiyê dike û wiha pêde çû, "Min di temenê xwe yê biçûk de dest bi esnafiyê kir. Ez ji karê xwe jî pir keyfxweşim. Kedê me ji nedîtî ve tê û ev yek zora me diçe. Em wek jin li hember biryarê ku hikûmet daye dertên û napejrînin. Ji ber ku bi vê planê keda me tune dihesibinîn ev tişt nayê qebûl kirin. Em bi keda xwe debara mala xwe dikin. Bi navçebûnê jiyana me jinan wekî din keda me dê bê bindest xistin. Em li hemberî her tiştê ku keda me xilas dike ne. Bila her jin xwedî keda xwe xwedî bajarê xwe û xwedî çanda xwe derbikeve û destûr nedin ku keda mirov çand û kevneşopî bên koçber kirin."
(rc)