'Dema ku ew êrîş dikin em bihêz dibin'

09:40

JINHA

WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanî êrîşên dewletê ser dayikên aştiyê Nezahat Teke û Havva Kiran û gotin: "Emê li hember hemû êrîşên ser jinan têkoşînê mezin bikin. Bila ji bîr nekin teqez dê rojek aştî serkeve."

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê Nezahat Teke û Havva Kiran 7'ê tebaxê roja yekşemê çun Sêrtê û dema ku ji wê de vegeriyan di rê de ji aliyê polîsan ve rasti êrîşa zayendî û gotinên bêmafiyê hatin. Li hember êrîşa fîzîkî û gotinan ên ser endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê hatine kirin ji her derê bertek tên. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê diyar kirin ku tişta li dayikan kirine derqanuniye û bertek nîşanî êrîşa fîzîkî û gotinan a ser dayikan hatî kirin.

'Ya li dayikan kirî li hemû dayikan kirine'

Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya despêkê êrîş şermezar kir paşê jî sedema meclisbûna dayikan wiha anî ziman: "Sedema sereke ya dayik hatina bahev ji bo aştî û aramiyê bînin qadên şer lê berdewam dike. Li gorî ku me dizanî aştî jî şer zortire jî me serî li vê rêyê da. Em di ferqêdene barê me çiqas girane. Dê tiracî hişmendiya AKP'ê nikare me ji rol û berpirsyariya me durbixe."

'Divê hikumeta AKP'ê ji jinan lêborînê bixwaze'

Ji dayikên aştiyê Rabia Algur jî bang li jinên polîs ên ku dayikên diçun Amedê tazî kirin kir û got: "Hun jî jinin. Dayikan hun jî anîne diniyayê. Gelo we qet ji tazîkirina wan dayikan şerm nekirin?" Rabia da zanîn ku hikumeta AKP'ê li Kurdistanê ser bedena jinan şer dide meşandin û wiha domand: "Di vê sala dawiyê de hikumeta AKP'ê li Kurdistanê ser bedena jinan şer dide meşandin. Divê bilez hikumeta AKP'ê ji dayika Havva û Nezahat lêborînê bixwaze. Êdî bese destên xwe yên qirêj ser zarokên me û axa me rakin."

'Dema ku ew êrîş dikin em zêdetir bihêz dibin'

Adile Taş jî bilêv kir ku deshilatiya Tirkiyê ser bedena jinan şer dide meşandin û wiha dom kir: "Weke dayikên aştiyê namusa me ziman, nasname, ax û Rêbertiya me ye. Ez êrîşa ser dayikan hatî kirin şermezar dikim. Li hember her êrîşa ser jinan em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dema ku êrîşî me dikin, em zêdetir bihêz dibin. Bila ji bîr nekin dê rojekê teqez aştî serkeve."


(zt)