'Pêk hatina demokrasiyê bi çarseriya pirsgirêkên Kurd wê pêk were'

09:42

JINHA

STENBOL - Gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademsiyen bertek nîşanî helwesta li hember HDP'ê piştî hewla darbê dan û kampanya bi navê "Darbe qutbûnê demokrasî yekîtiyê çêdike" dan dest pêkirin. Hunermend Jûlîde Kural ya ku piştgirî da kampanyayê got, "Pêk hatina demokrasiyê bi çarseriya pirsgirêkên Kurd wê pêk were. Ji bo civîn û mitîngan ne bangkirina HDP'ê şaşiyek mezine."

Piştî hewla darbeyê 15'ê Tîrmehê di bin sîwana meclîsê de çar partî helwestên xwe bi aweyek zelal nîşan dabûn. Lê belê di civîna 25'ê Tîrmehê ya li Qesrê CHP, AKP û MHP'ê tevlîbûne de HDP'ê ne hat dawet kirin. Her wiha di mitîngên ku hatine çêkirin de jî cih nedan HDP'ê û wek hedef nîşandan. Li hember vê yekê nêzî 100 nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û rojnameger bertek nîşan dan û kampanya bi dirûşmeya "Darbe qutbûnê demokrasî yekîtiyê çêdike" dan destpêkirin.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi bîrxist ku piştî darbê têgîna demokrasiyê gelek ketiye rojevê û destnîşan kir ku dewlet ligel vê navaroka têgîna demokrasiyê vala dike. Şebnemê diyar kir ku piştî hewla darbê mijarê darvekirinê ketiye rojevê û wiha got, "Bi taybet li cihên bangaweziyên demokrasiyê heyî gel bi darvekirinê tirsandin, rastiyê dewletê nîşan dide ka çiqas navaroka demokrasiyê vala kirine. Şebnemê bi lêv kir ku li hember hewla darbê tevahî partî helwest girtine û got li hember HDP'ê ketina nava nêzîkatiyek dijber şaşe û got," Em dixwazin nava aştî û demokrasiyê de bijîn."

Nivîskar Nûrcan Baysal jî bibîr xist ku demokrasî pir renglîbûnê di nava xwe de dihewîne û got eger li gorî vê taybetmendiyê were tevgerîn wê demokrasiyek rast pêk were. Nûrcanê anî ziman ku helwesta hikûmetê hember HDP'ê gumana çêdike û wiha got, "Eger em dixwazin li vî welatî ronî û demokrasî pêk were, divê em xwe ji nêzîkatî û helwsta cudakariyê derxin. Ji ber vê yekê em piştgirî didin kampanyayê. Eger demokrasî tê xwestin divê em ji hestên cudakarî û hêrsê dur bikevin û pêvajoya aştî bixin dewrê."

Hunermend Jûlîde Kural da zanîn ku piştî hewla darbê ew li bendê jiyanek wekhev, azad û demokratîkbûn lê ev daxwaza wan pêk ne hatiye û ev tişt got, "Piştî darbeyê me darbeyek nû jiyan kir. Serokomar Erdogan û partiyê desthilatdar piştî darbeyê ketin nava helwestên ne demokratîk de. Mirov ji kar tên avêtin û her roj mirov tên kuştin. Ya herî girîng eger demokrasiyek hebe ew jî bi çareseriya pirsgirêka Kurdan ve eleqedare. Ji bo mitîng û civînan bang li HDP'ê nekirin şaşiyek mezine." Jûlîde her wiha got bê tehmûliya desthilatdariyê hember rêgezên demokratîk li holê ye û wiha pêde çû, "Ên alîgirê xwezayê, aştiyê, wekhevî û jinê ne tên terorîze kirin. Ev kampanya ji bo gel bangaweziye, em wek civak ji welat hez dikin û ji bo demokrasiyê baweriyê me mezine. Tenê daxwaza me pêk hatina aştî û wekheviyê ye."

(tm/rt/rc)