Li Minbicê şer di El-Sirib de giranbûye
12:18
JINHA
MINBIC - Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li ser Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Ev hamle dê bi azadiya Minbicê dawî bibe."
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li ser Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya meclîsê wiha ye: "Ji destpêkê Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ve hêzên me giranî dane parastin û aramiya welatiyên sivîl. Di rizgarkirina her deverekê de welatiyên sivîl ku li gel çeteyan wekî rehîne hatibûn girtin, dihatin xelaskirin û ji cihên şer dûr dihatin xistin. Me karîbû zêdetirî 170 hezar welatiyên sivîl ku li bajarê Minbicê û gundewarê wê asê û dorpêçkirî mabûn, xelas bikin.
DAIŞ’ê ji destpêka operasyonê ve welatiyên sivîl wekî mertalên zindî bikar tîne û wan di çarçoveya şerê xwe de bikar tîne. Me jî ji bo selamet û aramiya xelkên me yê sivîl hemû tedbîrên xwe girtin û me ev yek jî esas girt. Piştî ku hêzên me piraniya taxên bajarê Minbicê xistin bin kontrola xwe û çete li cihekî teng ê taxa El-Sirib dorpêçkirî man çeteyan welatiyên sivîl kom kirin û ew kirin mertal da ku li ser xeta nirxanên me yên exlaqî û hesasiyeta me ya li hemberî sivîlan bilîzin. Welatiyên ku di nava destê wan de hertim ji bo xelasiya xwe bang li me dikirin. Ji bo vê hesasiyeta me ya ji bo parastina ewlehî û aramiya sivîlan me hetanî niha 3 însiyatîf ragihandiye. Herî dawî beriya 5 rojan bû, lê çeteyan ev însiyatîf red kirin û guh nedan sivîlan, lê belê dîsa jî kiryarên wekî kuştin, êşkence berdewam kirin û xwe li pişt jin û zarokan veşartin.
Wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em ji raya giştî re radigihînin ku ji bo xelaskirina van rehîneyan ji bilî rêbazê leşkerî ti rêyeke din nemaye. Em dest bi pêngaveke giştî ya bidawîkirina bermahiyên terorê ku li taxa El-Sirib mane û xwe veşartine. Ev pêngav wê bibe qonaxa dawî ya rizgarkirina bajarê Minbicê."
(zt)