Guler Yaricî bi tilîliya jinan hat oxir kirin

14:09

JINHA

AGIRÎ - Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Guler Yarici (Zinarîn Întîkam) ku li Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Bazîdê li ber tilîliyên jinan hate veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Guler Yarici (Zinarîn Întîkam) ku li taxa Sîsê ya Licê ya Amedê, li bejahiyê di 30’ê Tîrmehê di şerekî de jiyana xwe ji dest dayî, cenazeyê wê ku li goristana bêkesan hatibû veşartin, ji hêla malbata wê ve ji wir hate derxistin û birin Agiriyê. Konvoya cenazeyê ya Gûlerê li veqetandeka rêya Wan-Ebexê bi konveyeke ku ji dehan wesayitan pêk hatî, hate pêşwazîkirin. Cenaze birin Goristana Taxa Koçkiranê ya Bazidê. Tevî Wekîlê Agiriyê yê HDP’ê Berdan Ozturk, Hevşaredarê Bazidê M. Rohat Ozbay, rêveberên HDP, DBP, TUHAYD-DER, endamên meclîsê jî bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî ku wecîbeyên dînî hatin bicihanîn cenaze li ser milên jinan bi tilîliyan hate veşartin. Di merasîmê de jinan pirî caran ji bo YPS, PKK’ê û Rêberê PK'ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin.

Wekîlê HDP’yî Berdan li vir axivî û got, "’Îro dîsa li dijî Kurdan a xwe kirine yek û hewl didin ku vîna Kurdan bişikînin. Li hemberî van êrîşan Kurd li ber xwe didin. Ku em jî li ber xwe nedin û li ber wan serê xwe bitewînin, em ê bêbextiyê li van berdêlên xwe bikin. Êdî divê em bibin yek, ji bo ku ciwanên xwe nespêrin axê, divê em têkoşînê gur bikin."

Piştî merasîma cenazeyê, girse çûn Mala Serxweşîdayinê ya Şehîd Îsmet Baycan û serxweşî dane malbatê.

(rc)