'Heya tecrîd ranebe em ê li qadan bin'

14:31

JINHA

WAN - Hevkarên KJA ya Wanê di çarçoveya kampanyaya bi şîara 'Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim' de daxuyanî dan.

Hevkarên KJA ya Wanê di çarçoveya kampanyaya bi şîara 'Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim' de li Parqa Feqiyê Teyran daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku têde pankarta "Jin li Rêbertiya xwe xwedîderdikevin" hatî despêkirin de Hevseroka DBP'a Wanê Nazmiye Acar, Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP'ê yên Wanê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di navê de gelek jin amadebûn. Endama KJA yê Rojbîn Bor daxuyanî xwend û got: "Em weke jin, ciwan û gel metirsiyên me zêdene ji bo rewşa Rêberê me. Divê dewlet di demk kin de bi Rêberê me re hevdîtin bike û bi raya giştî re par bike agahiyên heyî."


(zt)