Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê îskenceya zayendî pirotesto kirin
15:14
JINHA
ÎZMÎR - Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Îzmîrê, îşkenceya zayendî û muameleya kirêt a polîsan li endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê kirîn şermezar kirin.
Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Îzmîrê, diyar kir ku ew li cem endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê yên ku di 7'ê tebaxê de dema ji Sêrtê vedigeriyan Amedê û rastî îşkenceya zayendî û muameleyên kirtê ên polîsan hatin ne û êrîşa polîsan şermezar kir. Dayikên ku li avahiya HDP'a Bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin, pêkanînên polîsan şermezar kirin. Li ser navê Meclîsa Dayikan Behiye Yalçin axivî û pirsa: "Dayikên me ne ji bo şer, ji bo aşitiyê çûn. Çima bi wehşetiyî dayikên me sehîkirin? kir. Behiye got: "Em feraseta ku bi wahşetiyî nêzî dayikên em bûn şermezar dikin. Em dê vê ferasetê qebûl nekin. Em dê her li pişta dayikên xwe bin."
Behiye dest nîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîda arasteyî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bê û wiha got, "Heta ku diyalog detspê nekin, dê ev xwîn nesekine. Daxwaza me ew e ku êdî ev zilm bi dawî bibe."
(zt)