Dayika Aştiyê Dilşa Ozgen hat binçavkirin

17:11

JINHA

AMED - Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Amedê ya 83 salî Dilşah Ozgen li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Karazê.

Endama Meclisa Daliyên Aştiyê ya Amedê Dilşah Ozgen a 83 salî bi hinceta hefteyek berê konteyner şandiye Şehîdgeha "Şehit Amed û Şehit Hevidar" a Lîcê der barê wê de biryara girtine hatiye dayîn li Edliyeya Amedê hat binçavkirin. Dilşayê, ku ji bo îfade bide çû Edliyê li ber edliyê hat binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Karaze. Dilşayê, ku kurê wê yê PKK'î Ferdi Ozgen (Amed) li şehîtgeha "Şehit Amed û Şehit Hevidar" hatiye definkirin, ji bo nimeja cenazeyan konteyner diyari goristanê kiribû û der barê wê de lêpirsîn hatibû vekirin. Hat zanin ku Dilşayê bi nexweşiya şekir û gelek nexweşiyen din in.

(rc)