ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Pêngava 15’ê Tebaxê piştî 32 salan hîna jî bi heman coş û wateya xwe ya destpêkê tê pêşwazîkirin. Ji bo gelê Kurd ku ber bi azadiya xwe ve pêşve diçe, raveya vejînê ye. Jinên Rojavayê Kurdistanê ev pêngav wek bingeha Şoreşê nirxandin û fermandar Egîd bibîr anîn.

*Li herêma Blue Nîle ya di navbera Etîyopya û başûrê Sûdanê de ye ji ber şerê navxweyî, hejmara kesên ji nexweşî û birçîbûnê dimirin her diçe zêdetir dibe. Di navbera SPLA-N ku jin di eniya pêş de cih digirin û hikûmeta Sûdanê de şerê tê jiyîn berdewam dike.

*Nîlûfer Altunkaya xeyalên xwe ya xwendin û nivisandinê ku ji dibistana amadehiyê destpêkir bi pirtûka bîranin û helbestê bi cih anî dibêje: "Ji bo nivîsandinê kes piştgiriyê nade. Lê dema hun li hemberî vê derkevin, hûnê hebin."

*Li Dîlokê jinên ku çewalê gûzan ên ji welatên hawirde tên bi 5 lîrayan paqij dike gotin, "Bi xwesteka xwe em nakin, ne kare lê dervî wê çareyek me nîne."

*Evîndara jiyana azad jina serbilind Leyla Okalîn. Ji temenê biçûk bi lêgerîna xwe yê azadiyê re hember pergala serdestiyê serî hildide û li çiyayên Kurdistanê wek kûlîlkan dipişkûve. Leyla di 5'ê Tirmeha 2016'an de li herema Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana hêza dewlata tirk de bi 5 rêhevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide. Cenazeya Leylayê ji aliyê sedan jinên têkoşer ve hate oxirkirin û di xeyalê her kesî de kenê Leylayê efsûnî ma...

*Endama YPS-JIN’ê Hazal Aslan (Feraşîn Sîdar) ku li pey xwe nameya ‘Dayê min mereq neke, ez derdikevim rêwitiyek bi rûmet’ hişt û di berxwedana rêveberiya xweser ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê Hazal wiha vegot: “Ew ji bo malbata me çavkaniya rûmetê bû.”

*Fermandara YPJ’ê Klara Edessa 32’emîn salvegera Pêngava 1’ê Tebaxê Nirxand û got: “15’ê Tebaxê mîrateyeke xurt ya ku divê jin û civaka Kurd xwedî lê derkevene. Em jî wek jinên li Rojava dijîn û wek YPJ’ê , xeta Berîtan, Zîlan û Egîtan esas digrin. Têkoşîna wan ji bo me hêza tecrûbe û baweriyek mezin a di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê ye.”