Fermandara YPJ’ê Klara Edessayê Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand
09:12
Gulan Botan/JINHA
DÊRIK – Fermandara YPJ’ê Klara Edessa 32’emîn salvegera Pêngava 1’ê Tebaxê Nirxand û got: “15’ê Tebaxê mîrateyeke xurt ya ku divê jin û civaka Kurd xwedî lê derkevene. Em jî wek jinên li Rojava dijîn û wek YPJ’ê , xeta Berîtan, Zîlan û Egîtan esas digrin. Têkoşîna wan ji bo me hêza tecrûbe û baweriyek mezin a di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê ye.”
Bi wesîleya 32’emîn salvegera 15’ê Tebaxê destpêka têkoşîna çekdarî ya yekemîn a PKK’ê de fermandara YPJ’ê Klara Edessa ji ajansa me re axivî û diyarkir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye. Klarayê balkişand ser zextên girtîgehan ya pêvajoya salên 80’ê û got: “Bi pêngava 15’ê Tebaxê re ji girtîgehan bersivek xurt hat. Rewşa bersiv dayinê ya li dijî zext û teslîm nebûnê hat dayîn. Guleya yekem veguherî xeta berxwedanê û mîrateyê. Di alî leşkerî û parastina cewherî de jî pêngavek mezine. Di heman demê de bersiveke xur tya li dijî hevkariya dewletê ye.”
'Kurd bi berxwedanê re anîn cem hev’
Klarayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê ya ji bo civak û jina Kurd û ev tişt anîn ziman: “Rastiya Kurdan ya bi salan bû hatibû veşartin, ji nûve zindî bû. Ji ber zemîna civakî ya 15’ê Tebaxê xurt bû heta roja me ya îro hat. Pêngavê gelê Kurd bi esas û koka wê re anî cem hev. Bi vê baweriya azadiyê re bi hezaran ciwanên Kurd derketin çiyayên azad. Bi taybet jinên Kurd şiyar bûn, berxwe dan. Ji bo jinên Kurd guleya yekemîn bû sedema herikîna çiyan. Bi vî awayî jinên Kurd vegeriyan ser xwe. Ji ber welatparêziya jinên Kurd û girêdayîna wan ya bi xakê re dîrokiye.”
'Me wek YPJ’ê xeta Berîtanan esas girt’
Klarayê got YPJ ya ku xwedî li mîrateya dîrokî ya civaka Kurd derketiye 4 salê xwe li pey xwe hiştiye û ev tişt anîn ziman: “YPJ li Rojava wek Yekîneya Parastina Jinê di 4’ê Nîsana2013’an de hat avakirin.15’ê Tebaxê mîrateyeke xurt ya divê civaka Kurd û jin xwedî lê derkeve ye. Xwe naskirin û li xwe vegere. Em jinên li rojava dijîn û wek YPJ’ê xeta Berîtan, Zîlan û Egîtan esas digirin. Ji bo me YPJ’ê mîrateyek dîrokiye. Em xeta Egît û Berîtanan, rêgezên fermandriyê û çanda berxwedanê ji xwe re esas digirin. Têkoşîn awan di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêza tecrube û baweriyek mezine. Ev mîrate di şexsê Arîn Reêvanan de şênber bû. ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên Cîhanê bû xeta berxwedanê. Em van ji pêngava 15’ê Tebaxê cudatir nagirin dest.”
'Dawiya DAIŞ’ê wê di destê me de be’
Klarayê got hêza berxwedanê ji hişmendiya îdeolojîk û bawerya berxwedanê girtine û got li Şengal û Kobanê bi hezaran şervanên jin li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dane û ev tişt anîn ziman: “Jinên Kurd li Rojava bi pratîka xwe ya li dijî DAIŞ’ê nîşan da ku ‘wê dawiy awe di destê me de be’. Heta îro jinên Kurd li Rojava di eniya herî pêş de cih girtin. Niha pengava azadkirina Mînbîcê didome. Jinên Kurd bi hişmendiya dîrokî tevdigere. Ger ev mîrate û hişmendî tinebûna wê ev berxwedan pêk nehatiba.”
Ji bo jinên ciwan bang
Klarayê di dawiya axaftina xwe de 15’ê Tebax3e li hemû gelê Kurd pîroz kir û bang li jinên ciwan kir kir refên azadiyê de cihê xwe bigirin û got ciwan û jinên ciwan tovên civakê ne. Klarayê her wiha diyar kir ku ew 15’ê Tebaxê li şervanên azadiyê, gelê Kurd, dê û bavê şehîdan û hemû hevalên xwe pîroz dike.
(hu)