‘Bingeha Şoreşa Rojava, 15’ê Tebaxê ye’
09:33
JINHA
QAMISLO-Pêngava 15’ê Tebaxê piştî 32 salan hîna jî bi heman coş û wateya xwe ya destpêkê tê pêşwazîkirin. Ji bo gelê Kurd ku ber bi azadiya xwe ve pêşve diçe, raveya vejînê ye. Jinên Rojavayê Kurdistanê ev pêngav wek bingeha Şoreşê nirxandin û fermandar Egîd bibîr anîn.
Yekemîn guleya ku li serdestiya sedsalî ya Kurdistanê hate xistin, ji bo gelê Kurd, gelên bindest ên herêmê û mirovahiyê, bû şikandina bircên koledariyê, şitlek ku daristaneke mezin a jînê afirand. Bû qêrîna nasnameyeke jibîrçûyî. Gelê Kurd bi azwerî û baweriyeke mezin ev pêngav hembêz kir, dayikên Kurd wek ku ji qelaştekê dîrokê nû daketin ser axeke pîroz û zarokên xwe bi navê fermandar Egîd, nav kirin. Jin û xortên ciwan bi dengvedana wê guleyê, berê xwe dan çiyan û wek ku roj di 15’ê Tebaxê de nû hilhatibe, tev Kurdistan bi rengên herî bedew xemilî. Rojavayê Kurdistanê jî ku bi salane, ji şervanên azadiyê re dergûşî kiribû, bi destpêkirina pêngavê re baweriya wan bi şoreşa azadiyê re xurtir bû û bi sedan zarokên xwe xelatê şoreşê kirin.
Ev pêngav bê navber heta roja îro didome û niha ne tenê li sînorên Kurdistanê, berbi Rojhilata Navîn ve berfireh dibe. Hemleya Mînbîcê berdewama vê pêngavê ye. Hîna jî 15’ê Tebaxê destpêkirina pêngava vejîna gelê Kurd bi heman coş û wateyê ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin. Jixwe jinên Kurd wateya vê pêngavê heya damarên xwe bi kûrahî hîs kirine û niha jî bi şaneziya vê serkeftinê, pêşerojên azad ên welatê rojê dadimezirînin. Jinên Rojavayê Kurdistanê ku şoreşa Rojava wek mîrateya 15’ê Tebaxê digirin dest, nêrînên xwe yên der barê salvegera vê pêngava dîrokî de anîn ziman.
‘Xweseriya PKK’ê xwe gihande tevahiya Kurdistanê’
Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Zeyneb Sarûxan der barê vê de nêrîna xwe bi me re parve kir. Zeynebê şert û mercên beriya pêngava 15’ê Tebaxê bibîr xist û wiha got: “Di demeke ku piranî partî û rêxistinên çepgir hatibûn girtin, Kurd bi her awayî dihatin perçiqandin û dijmin hewl dida bi birçîbûn û xizaniyê terbiye bike, pêwîstî hebû ku rêxistineke Kurdan derkeve ku gel ji vê rewşê derkeve. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo dest bi xebatê kir. Endamên tevgerê bi navê Telebe (xwendevan) li tevahiya Kurdistanê belav bûn, di nav gel de rêxistinbûn pêşxistin. Di serî de gel nas kirin, bi gel re elaqedar bûn. Ji dijmin bêtir, li ser polîtîkayên ku dijmin di nav civakê de pêşxistiye, têkoşîn meşandin. Piştî şehadeta Haki Karer PKK hate îlankirin. Rêxistinê xwe li çar parçeyan bi rêxistin kir. Ji ber pir partiyên din ên Kurd bi hin herêman, an jî parçeyekê bi sînor diman. Lê tevgera Azadiya Kurd di demeke kurt de xwe gihande tevahiya Kurdistanê, ev jî xweseriya PKK’ê bû. Gelê Kurd jî zû ew bi dilgermî pêşwazî kir. Rojava jî wiha bû. Di salên 80’ê de li beramberî êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê, pêdivî hebû ku PKK xwe bi awayeke leşkerî jî bi rêxistin bike. Lewre pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an bi fermandariya Egîd (Mehsûn Korkmaz) hate destpêkirin. Ev pêngav ji bo artêşbûna gelê Kurd zemîna sereke ye. Ev pêngav her ku çû xwe li çiyayên Kurdistanê belav kir.”
‘Şoreşa Rojava li ser mîrateya 15’ê Tebaxê pêş ketiye’
Zeyneb Sarûxan, 15’ê Tebaxê ji bo xebatên leşkerî û siyasî wek bingeh, pênase kir û wiha pê de çû: “Ger îro Rojava gihîştiye vê astê, ev encama 15’ê Tebaxê ye. Şoreşa Rojava li ser vê bingehê pêş ketiye. Ger îro Pêngava Rizgarkirina Mînbîcê tê meşandin, ev bi ruhê 15’ê Tebaxê ye. Di salên ku li ser hebûna gelê Kurd guman dihate kirin, ango nîqaş dihate kirin ka gelek, nasnameyek an jî hebûnek bi navê Kurd heye an nîne, îro em gihîştine asta ku her kes me dinase. Heta em gelê Kurd bûne navnîşana çareseriya pirsgirêkên herêmê.”
Jina Ciwan Hêlîn Reşik ji bajarê Hesekê, fermandarê pêngavê Egîd bibîr anî û wiha got: “Dema em dibêjin 15’ê Tebaxê hevalê Egîd tê bîra mirov. Guleya yekemîn ji bo doza gelê Kurd avêt û dikare were gotin ji tunebûnê hebûn afirand. Hevalê Egîd li dijî êş û azarên hezar salan rojeke nû ava kir. Hêzeke leşkerî hate avakirin ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Her wiha ev hêz ji bo tevahiya gelên bindest têdikoşe. Li vir 5 sale şoreş heye, bi hezaran şervan bi doza Şehîd Egîd bang kirin. Bi sedan navên wan Egîd e. Gelê Kurd bi hevalê Egîd û doza wî ve girêdayî ye. Ji ber hevalê Egîd bandoreke mezin li gel kir. Rêya mirovahiyê ronî kir. Ji bo hişyariya gelê Kurd xebateke bêbuha meşand. Niha jî pir şehadet çêdibin ku şehîdên me li ser şopa Egîd diçin. Mêrxasiya hevalê Egîd dişopînin. Ew tim di bîra me de ye. Fikir, rêgez û rêya wî nemiriye. Şervanên YPG-YPJ li ser doza wî têkoşîn dikin. Hewldana ji bo azadiya Kurdistanê dewam dike. Serkeftinên me bêdawî ne. Kurd hişyar bûne, doza azadiya xwe dikin. Em li ser doza şehîdên xwe ne.”
Ji bindestiyê re ‘Na’
Rêhan Ehmed ya ji Tirbespiyê ev roj li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gelê azadîxwaz û gelê Kurd pîroz kir. Rêhan wiha pê de çû: “Bi vê munasebetê ez şehîdên azadiyê û di serî de hevalê Egîd bibîr tînim. Ji bo şoreşek çêbibe, ji bo li beramberî zilm û zordestiyê gel şiyar bibe, rêber û serkêşek pêwîst e. Rêber Apo di vê wateyê de, di hemû aliyan de pêşengî kir. Di 15’ê Tebaxê de fermandar Egîd gule li dijmin xist. Ev gule tê wateya gotina: ‘Ji bindestî û zilmê re na’. Ev ji bo me gelê Kurd wateyeke pir mezine. Me salên pir zehmet derbas kirin û êdî em bi mafên xwe hesiyane. Şoreşa me ya li dijî zilmê gihîştiyeke asteke mezin. Li Rojava şênberiya vê şoreşê tê dîtin. Em gihîştine asteke bilind a azadiyê. Sîstemeke demokratîk pêş dikeve. Di vê şoreşê de herî zêde jî jin digihîje azadiya xwe, digihîje mafên xwe.”
‘Bi saya Egîdan, em li Rojava şoreşê dijîn’
Zîlan Tirbespiyê jî diyar kir ku pêngav bi têkoşîna fermandar Egîd destpêkiriye û nêrîna xwe wiha berdewam kir :“Bi vê re girêdayî ez hevalê Egîd bibîr tînim. Ev pêngav bi hevalê Egîr re dest pê kir. Niha jî bi xwîna Egîdan em şoreşê pêş dixin. Bingeha şoreşê hevalê Egîd avêtiye. Em jî vê jiyana azad berdewam dikin. Bi saya hevalê Mezlûm, Egîd û bi hezaran şehîdan em li Rojava dijîn û li berxwe didin.”
‘Şoreşa azadiyê, şoreşa jinê berdewama guleya yekeme’
Novîn Xelef ji Tirbesipiyê, balkişand ser girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê a ji bo gelê Kurd û ev tişt anîn ziman: “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tenê nayê wateya ku guleyek teqiya, ew gule li dijî desthilatdariyê hate teqandin û ew zilma bi salan hilweşand. Asta îro ya Kurdan ji wê guleyê tê. Îro li Rojava û Kurdistanê li her derê gule tê teqandin. Şoreşa jinê, şoreşa azadiyê dewama vê guleyê ye.”
Endam Rêveberiya Kongra Star a Kantona Kobanê Sara Xelîl li ser girîngiya 15’ê Tebaxê wiha axivî:“Yekemîn guleya ku di 15’ê Tebaxê, li hemberî dewleta faşîst a dewleta Tirk ku digot ‘gelê Kurd tuneye, emê Kurd tune bikin, emê li ser wan çîmento bikin’, hate teqandin. Gelê Kurd bi vê pêngavê re berxwedana xwe pêşxist. Ji wê demê heya roja îro gelê kurd xebatên xwe pir mezin kiriye. bi ruhê 15’ê Tebaxê û bi berxwedana ku şervanan pêşxist, bi taybet jî bi fikir û felsefa Rêber Apo ku di nava gelê me de belav bû, gelê Kurd gihîşte asta ku di 19’ê Tîrmeha sala 2011’an de şoreş bike. Em niha jî têkoşîna xwe ya azadiyê dimeşînin. Jinên Kurd bi hêza ji pêngava 15’ê Tebaxê wergirtin, li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şereke bêhempa û dîrokî dikin. Jina ku bi nêrînên Rêber Apo û bi ruhê 15’ê Tebaxê tev digerin ber bi azadiya xwe ve pêşve diçin. Wê ev ruh heya azadiya Rêbertî û heya di nav civaka me de demokrasî û zanebûn pêş bikeve, bi heman coşê dewam bike.”
‘Şiyarbûna gel û jina Kurd e’
Endama Mala Jinê ya Kantona Kobanê Fîdan Xelîl jî pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir artêşa azadiya gelê Kurd bi pêşengtiya Fermandar Egîd pêş ketiye. Fîdan Xelîl polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta faşist a Tirk bi bîr xist û ddiyar kir ku teqandina yekemîn guleyê şiyarbûna gelê Kurd û jina Kurd e û wiha dirêjî da axaftin xwe:“15’ê Tebaxê ne tenê di asta Kurdistanê, ji bo vebûna gelê Kurd ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê yekemîn pêngav e.”
‘Guleya li Dihê teqiya deng da Kobanê’
Hevseroka Mala Gel a Kantona Kobanê Fîdan Elî jî wiha hestên xwe anî ziman: “Roja 15’ê Tebaxê ku guleya yekemîn teqiya, bû serpêhatiyeke nû. Pêşketinên îro li Rojavayê Kurdistanê diqewimin, encama wê rojê ne. Wê fîşekê gel şiyar kir. hevalê Egîd ji gel re bû ronahî. Ew betona li ser dil, mêjî û hêviya gel hatibûn reşandin şikest û gel nema koletiyê qebûl dike. Guleya li Dihê teqiya, deng da Kobanê. Çawa ku kobanê hat rizgar kirin, heman demê niha Minbic tê rizgarkirin, herêmên me yên di destên dijmin de yek bi yek azad dibin. Ev tev mîrasê pêngava 15’ê Tebaxê ne.”
(ee-zc-ze/hu)