Cenazeyên Erzu Bîlmez û Azîze Onkol hatin wergirtin

10:07

JINHA

MELETÎ - Cenazeyên 5 HPG'yan û YJA-STAR'ê Erzu Bîlmez û Azîze Onkol li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê bûn piştî karên fermî ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û ji bo bên definkirin şandin bajarên wan.

Cenazeyên 5 endamên HPG/YJA-STAR'ê ku li mezyara Serero ya navçeya Şemzînana Colemêrgê di 1'ê Tebaxê de encamê şer de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên 2 endamên HPG'ê di şerê 5-6'ê tebaxê de li herêma Garê jiyana xwe ji dest dabûn û anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

Cenazeyê Fatîh Karahan (Bedran Soretanî) ji bo li navçeya Geverê ya Colemêrgê, cenazeyê Kamer Kirmizigul (Arjîn Elefteriya) li navçeya Şemzînanê, canezeyê Emrah Bayhar (Şevger Welat) li navçeya Westanê ya Wanê, cenazeyê Arzu Bîlmez (Zîlan Cudî) li navçeya Serayê wa Wanê, cenazeyê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) li navçeya Licê ya Amedê, cenazeyê Aydin Al (Savaş Pîran) li navçeya Sêwerek a Rihayê, cenazeyê Sadrettîn Kaya (Firat Dîcle) jî ji bo li navçeya Qereyazî ya Erziromê bên definkirin hatin şandin.

Cenazeyên 4 HPG'iyên ku li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan û duh anîn bajar jî li Saziya Tiba Edlî tên rawestandin.

(rc)