Endama Dayikên Aştî ya Êlihê jiyana xwe ji dest da
10:21
JINHA
ÊLIH - Endama Dayikên Aştî Gulsum Kiliç Aslan ku dayika Nevaf Aslan ê ku li zindana Amedê hate qetilkirin, li Êlihê pêr jiyana xwe ji dest da.
Endama Dayikên Aştî Gulum Kiliç di 85 salên jiyana xwe de şahidî ji qetlîam û zextên dewleta Tirk ên li gelê Kurd kir. Êşên giran kişandin. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê zarokekî wê jî li zindana Amedê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Dayika Gulsum ku sala 1976’an Tevgera Azadiya Kurd nas kir, wek jinek welatparêz, bawerî û piştgiriya bi Tevgera Azadiya Kurd re heta bêhna xwe ya dawî domand.
Piştî darbeya 12’ê Îlonê, 3 kurên Dayika Gulsumê avêtin zindana Amedê. Hêzên dewleta Tirk di sala 1982’yan cesedê kurê Dayika Gulsum ê bi êşkenceyê hate kuştin danê û gotin, “Bigire, tê bi vê Kurdistanê rizgar bike.”
Li şûna ev qetilkirina Nevaf Aslan wê bitirsîne, li dijî dewleta Tirk hêrs û kîna wê zêdetir kir. Di rêxistinkirina komîteya yekem de ku ji bo piştgiriya bi girtiyên tên êşkencekirin hate damezrandin, roleke çalak lîst. Piştre jî têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê di refên Dayikên Aştiyê de domand.
Ji bo Gulsum Kiliç Aslan a duh li Êlihê hate definkirin, wê li Stockholêmê bîranînek were lidarxistin.
(rc)