3 siyasetmedarên jin li Geverê hatin binçav kirin

11:24

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê endama PM a DBP'ê Çîmen Alaturk, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay û Alîkara Hevşaredar Leyla Oztunç hatin binçavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyonên qirkirina siyasî didome. Serê sibehê li taxa Yenîmahalleyê di serdegirtina malê de Alîkara Hevşaredar Leyla Oztunç, li navenda navçeyê jî endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk hatin binçavkirin.

Hevşaredara Geverê Adîle Kozay a ku ji bo binçavkirinan bişopîne çû garaje şaredariyê li vir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Hate hînbûn ku polîsan der barê binçavkirinan de gotina "hûn ê sedema binçavkirinan li emniyetê hîn bibin" bi kar anîne û ew birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.

(kom/rc)