Li Colemêrgê 5 siyasetmendarên jin hatin binçav kirin

11:42

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê polîsan ser malên jinên siyasetmendar de girtin û 5 jin binçav kirin.

Li Colemêrgê polîsan serê sibehê di seat 3.00’an de ser malên HDP yiyan de girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka HDP a Colemêrgê Evîn Konurê, Emîne Armut, Rêvebira HDP’ê Ayşe Duran xebatkara Şaredariyê Zeynep Kaya û Endama KJA’yê Fatma Acar hatin binçav kirin. jinên ku hatin binçav kirin bi minesebeta tevlî daxuyaniya KJA’yê ya Kampanyaya “Ez xwedî li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe derdikevim” bûne. Jinên binçavkirin birin Emnîyeta Midûryeta Colemêrgê.

(zyd/zt)