Kongreya Star tecrîdê bi meşek girseyî şermezar kirin
12:08
JINHA
AMÛDÊ- Kongreya Star bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Amûdê meşek girseyî organîze kir.
Kongreya Star bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê meşek girseyî lidarxist. Partiyên siyasî û bi sedan welatiyên bajarê Amûdê tevlî meşê bûn. Meş ji qada Şehîd Cîhad destpêkir û heya Qada Jina Azad a bajar domand.
Hevseroka TEV-DEM'ê Fatma Silêman tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Hêzên ku ev 17 salin komplo li ser Rêber Apo didin meşandin û li kêleka wê jî tecrîdê xurtir dikin, dixwazin ku fikir û felsefeya Rêbertiya me bidawî bikin. Hikûmeta AKP'ê jî bi vê siyaseta xwe ya dîktator dixwaze careke din serdema desthilatdariya Osmaniyan vegerîne. Armanca herî sereke ji vê tecrîdê ew e ku gel û Rêbertiya ji hev qut bikin e. Em ê jî weke jinên kurd heya dawiyê ji bo azadiya Rêbertiya xwe meş û çalakiyan lidarbixin."
Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a derve Sînem Mihemed jî axivî. Sînemê bal kişand ser rola mezin ya felsefeya Abdullah Ocalan ya bidestxistina mafê jinan û wiha pê de çû: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin, em ê heya dawiyê li dijî vê siyasetê têkoşîn bikin. Wê felsefeya Rêber Apo bêguman biser bikeve, ji ber ku ev felsefe ji bo azadiya tevahî cîhanê ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e. Jina kurd ku bi felsefeya Rêber Apo îro di çeperên herî pêş de li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer dike, îro bûye sembola jina azad ji tevahî cîhanê re."
Meş bi dirûşemeyên "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd namirin" bidawî bû.
(rh/hs/rc)