Kampanyaya ‘Nûçegihanê dildar’ bi Dayikên Aştiyê dest pê kir

12:53

JINHA

AMED- Starta kampanyaya "Nûçegihanê dildar" a ku ji aliyê CRA'ê ve ji bo piştgiriya rojnamgerên girtî hate destpêkirin bi Dayikên Aştiyê ve hat dayîn. Dayikên Aştiyê Nezahat Teke û Muruvet Dundar dest bi nûçegihanê kirin û tevlî civîna rojevê ye DÎHA'yê bûn.

Cemiyeta Rojnamgerên Azad (CRA) bi boneya piştgiriyê bide rojnamevanên girtî û zextên li ser çapemeniya azad şermezar bike, kampanya “Nûçegihanê dildar” da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê yên Amedê, li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi çalakiya nobetê ya nûçeyan kirin. Li ser navê Meclîsa Dayikan, dayikên bi navê Nezahat Tekke û Murvet Demîr beşdarî civîna rojevê ya buroya DÎHA'yê ya Amedê bûn. Di civînê de dayikan bal kişand ser rojeva herema Amedê û dê heta saetên êvarê nobeta nûçeyan bidomîn in.

Piştî civînê “nûçegihanên dildar” Nezahat Tekke û Murvet Demîr, ligel nûçegihanên DÎHA’yê çalakiya xizmên windayan û ÎHD’ê şopandin.

(dt/rc)