'Divê herkes bibe nûçegihanê dildar û rastiyê raghînê'
13:06
JINHA
AMED- Cemiyeta Rojnamegerên Azad ji bo piştevaniya rojnamegerên girtî li Amedê starta kampanyaya "Nûçegihanê dildar" da û kampanya dê li 5 herêmên cuda bi beşdariya gel, nûnerên sazî û dezgehan ve pêk bê.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ji bo piştevaniya rojnamevanên girtî û balê bikişîne pêkûtiyên li ser çapemeniya azad starta kampanyaya “Nûçegihanê dildar” li Parka Koşuyoluyê ya Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê CRA'ê Haki Boltan, nûnerên saziyên civaka sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û gelek endamên CRA'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji rojnamegerên girtî re azadî" hat vekirin û wêneyên rojnamevanên girtî hatin hildan. Di çarçoveya kampanyayê de dê li Amedê 5 roj, li Wanê 5 roj, li Botanê 5 roj, li herema Çukurova yê 5 roj, li Stenbolê 5 roj û bi tevahî dê 25 roj bidome.
‘Rojnamegerî rastiya demokrasiyê ye’
Di daxuyaniyê ewil Hevserokê CRA'ê Heqî Boltan axivî û diyar kir ku li Tirkiyê her roj mafê ragihandinê ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tê astengkirin û got ku bi taybetî di nava salek de pêkûtiyên li ser çapemeniyê derketiye asta herî jor. Heqî ev tişt got: “Çapemenî û rojnamegerî riya rastiyê û demokrasiyê ye. Lê çapemenî di bin êrîşan de ye. Niha jî edîtorê kovara Modîrneteyê Haydar Ergul û nûçegihanê DÎHA’yê di bin çavan de ne. Beriya 4 rojan jî 4 rojnameger li Amedê piştî teqînê bi awayekî dij hiqûqî hatin binçavkirin û piştî îşkenceya li wan hate kirin serbest hatin berdan. Li Tirkiyeyê 70 rojnameger di girtigehan de ne. Lê em ê wek çapemeniya azad dîsa rastiya bi nivîsîn in. Em ê peywîra hevalê xwe rojnamevan ku nîvco maye berdewam bikin û pênûsên wan li erde nahêlin.”
‘Heta zext hebin em ê nûçegihaniyê bikin’
Piştî Heqî, Dayika Aşitiyê û nûçegihana dildar Nezahat Teke jî destnîşan kir ku ji bo ew piştgiriyê bidin rojnamevanên girtî û nûçegihaniya dildarî bikin beşdarî vê kampanyayê bûne û got ku heta zext li rojnamevan û çapemeniya azad hebe dê ew jî li cem çapemeniya azad cih bigirin.
‘Çapemeniya azad me agahdar dike’
Di daxuyaniyê de herî dawî Parlamentar HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş jî axivî û bal kişand ser êrîşên li ser çapemeniya azad û rojnamevana û wiha got: “Em ji bo çapemeniya azad li vir in. Yên rojnemegeriya rastî dikin çapemenîya azad in. Ji îro pê ve em hemû rojnemegerên dildar ên çapemeniya azad in. Li Tirkiyê tenê çapemeniya azad gelê me di derbarê geşadanên diqewimin de agahdar dike. Divê herkes bibe nûçegihanê dildar û rastiyê raghînê”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.
(kom/rc)