Mînbîcê pêngaveke din nêzî ‘sedsala jinê’ kir

13:39

JINHA

MINBIC – Stranên azadiyê yên ji Mînbîcê bilind dibin rewşa şênber a zelalbûna ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala’ jinê vedibêje. Çarşefên reş yên hatin şewitandin, cîgareyên wek azadiyê hatin pêxistin, kenên bi deng û mîrateya kesên ji bo azadiyê çûn mirinê li pey xwe hiştine, li Rojhilata Navîn bû mizginiya jiyanek nû.

Li Rewşa şênber a zelalbûna ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala’ jinê, bi wêneyên ku tên, vedibêje. Jinên ku li çarşefa reş hatin pêçan û ji hemû rengên jiyanê bêpar hatin hiştin, ji bo azadiyê ketin lêgerîna têkoşînê û encama ku têkoşînê derxistiye holê,li Rojhilata Navîn şopên lingan yên bihara jinan xwe di Şoreşa Rojava de li Kobanê û Şengalê nîşanê cîhanê daye.
Jinên ji bo azadiya xwe şer dikin û DAIŞ û dewletên ku ji civakê bikin kole şer kirin, di van rojên ku şer tê jiyîn de, kenê azadiyê yê li Mînbîcê vê nîşan dide.

Duh piştî daxuyaniya ku Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê bajar ji sedî sed azad kir şûnde, dîmen û nûçeyên ketin ajansan, hat dîtin ku li Rojhilata Navîn jinan çawa bêrî azadiyê kiriye û ji bo azadiyê pêk bînin çi bedel dane nîşan dide.

Jinan şervanên azadiyê bi gotina ‘gelo ev xewne’ pêşwazî kirin û çarşefên reş şewitandin. Li bajarê Ebu Leyla ku navê keça xwe girt, Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) ya Sêwasî û Eylem Ataş (Cemre Heval) ya ji Edeneyê û gelek jinên din yên jiyana xwe ji dest dan, niha ji bo bi kesên jib o azadiyê li kolanên Mînbîcê derketine rê re ne.

(dk\hu)