Keç û hevjîna Ebu Leyla azadkirina Minbicê pîroz kirin

13:44

JINHA

MINBIC - Keça Ebû Leyla bi gotina "Ez bi bavê xwe serbilind im" bi dayika xwe re rizgarkirina Minbicê li şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pîroz kirin.

Keça Feysal Ebû Leyla û hevjîna wî Dîcle Ehmed rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pîroz kirin. Keça Ebû Leyla, Leyla ya 7 salî gotina "Ez bi bavê xwe yê leheng serbilind im" bi kar anî û wiha got: "Bavê min ji bo azadiya Mibnicê şer kir û di riya wê de şehîd bû. Wî bi lehengî şerê çeteyan kir. Min her tim jê dipirsî 'Tu yê kengî vegere malê û diyariyan ji me re bîne?' Wî digot 'Keça min heta ku em Minbic rizgar bikin em ê bi hev re vegerin'. Wê bavê min her di dilê min de bimîne."

Hevjîna Ebû Leyla ya bi navê Dîcle Ehmed jî bi rizgarkirina Minbicê ango bi pêkanîna xewna Ebû Leyla pir dilşad bû. Wê rizgarkirina Minbicê li fermandar Ebû Leyla û tevahiya şervanan pîroz kir.

'Xewna Ebû Leyla rizgarkirina Minbicê bû'


Dîcleyê got, "Xewna Ebû Leyla rizgarkirina Minbicê bû. Di destpêka operasyona Mibnicê de şehîd bû. Hevalên wî soz dan ku riya wî bişopînin û xewna wî bicih bînin. Vaye soza xwe bicih anîn û Minbic rizgar kirin."

(kom/rc)