Li Mêrdîn û navçeyên wê serdegirtin
13:53
JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê û navçeyên Qoser, Şemrex, Dêrîk û Artûklûyê hêzên dewletê bi ser gelek malan de girtin û Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim gelek kes xistin bin çavan.
Di nav de hevşaredar, endamê MP a DBP'ê, Hevseroka HDP'ê jî hene gelek kes hatin binçavkirin. Li Dêrîkê polîsan bi ser Taxa Tepebaxê ya 2 navnîşanên cuda de girt. Di serdegirtina malan de Hevseroka DBP a naveçeya Dêrikê Îzhan Avlar û xebatkara Şaredariya Dêrikê Gulseren Yuzal hatin binçavkirin. Îzhan u Gulseren birin midûretiya navçeyê.
Hevşaredar hat binçavkirin
Li Şemrexê jî di serdegirtina malan de Hevşeredar Necla Yildirim û Bûrak Dagli, Saygin Soysal û Alî Belek hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Necla, Burak, Saygin û Alî ne hat zanîn û wan birin miduretiya navçeyê.
Li taxa Artûklûyê jî di ser mala Hevseroka MEYA-DER'ê Gulbeyaz Guneş, Şêwirmendên Hevşaredarên Bajarê Mezin Enver Ete û Suphiye Baba û welatiyê bi navê Ramazan Kavrî hatin binçavkirin. Enver, Suphiye û Ramazan birin miduretiya Mêrdînê. Di serdegirtina mala Gulbeyaz ji ber ku kes li malê tune bû tu kes nehat binçavkirin. Di mala Guneş polîsan dest danîn ser kompiturek, çente û gelek pîrtûk an.
Li navçeya Qoserê jî li ser taxa Ersoylûyê mala Mehmet Çam girtin. Çam ji hêla polîsan ve hat binçavkirin û birin miduretiya Mêrdînê.
Tê gotin ku dê ixtîmala hejmara binçavan zêde bibe.
(kom/rc)