Êdî jin li kolanên Minbicê azad digerin

14:26

JINHA

MINBIC- Jinên bajarê Minbicê ku demeke dirêj di bin zext û zordariya çeteyên DAIŞ`ê de bûn, êdî azad li kolanên Minbicê digerin. Jinan hovîtiya DAÎŞ wiha anîn ziman: "Rêbazê çeteyan ji bo jinan gelekî xerab bû, dema ku em biçûna bazarê divê derek ji bedena me jî nexuyaba. Ji xwe em bi tirs diçûn û dihatin. Ji ber ku mirov dikuştin û îşkence dikirin."

Jinên bajarê Minbicê ku ev bu nêzî 3 salin di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ de jiyan dikirin, niha li bajarê xwe coşa azadiyê dijîn û li kolanan kêfxweşiya xwe bi şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re jî parve dikin. Jinên bajarê Minbicê hovîtiya DAÎŞ'ê vegotin.

Ezîze Yihiya jî jinek ji bajarê Minbicê ye. Ezîzeyê qala hovîtiya çeteyan kir û wiha got: "Danûstandina çeteyan bi jinan re pir nexweş bû. Me gelek êş û zehmetî kişandin. Dema ku em derdiketin bazarê me nedikarî bê çarçevên reş derkevin. Eger jinek bê çarçeva reş derketa, wê bihata cezakirin û îşkencekirin. Carekê dema ez diçûm mala xwîşka xwe min dît li çerxereyê serê yekî jêkirine û dane destê zarokan, zarokan jî pê dileyîst. Mîda min ji jiyanê reş bû, min got wê di dema pêş de ev zarok bibin hov!. Em niha jî tenê tiştekî dixwazin ku em bi aştî û aramî jiyan bikin."

Her wiha Fida Hisên jî kêfxweşiya rizgarkirina ji çeteyan wiha vegot, "Em pir kêfxweşin, em ji çeteyên DAIŞ`ê xelas bûn, her bijî demokratîkbuyîna gelan. Em ê tolê xwe hildin. Ez ji DAÎŞ nefret dikim. Çete di bin navê Îslamê de kêfa xwe dikin, malan talan dikin û mirovan dikujin. Her dem çeteyan digot ku kurd kafirin, digotin neçin bajarê Helebê ji ber ku bajarê kafiran e, bi vî rengî digotin bi kurdan re negerin ji ber ku kafirin."

Fidayê da zanîn ku çeteyan bi aweyek hovane jinan îşkence dikir û qetildikir û wiha pêde çû,"Zêrên wan ji wan distandin. Ewqas hovbûn hetanî zarokên biçuk jî dibirin perwerde dikirin. Ew fêrî serjêkirinê dikirin û bi her awayî tiştên derveyî exlaq bi zarokan didane kirin. Hemû tiştên ku dikirin jî di bin navê îslamyetê de dikirin. Ez dîsan dibêjim her bijî demokratîkbûyîn û binkeve çeteyên DAÎŞ'ê."

(rê/hs/rc)