Li Nisêbînê ji jina birîndar ya hat binçavkirin agahî nayê girtin

15:02

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê li dijî nokteya polîsan êrîş pêk hat û piştî êrîşê di pevçûnê de jineke bi giranî hat binçavkirin û nasnameya wê nayê zanîn, ti agahî jê nayê girtin. Li gorî şahidan jina bi giranî birîndar bûye ji aliyê polîsan ve bi mirinê hatiye tehdîdkirin.

Li Nisêbînê li taxa Selahaddîn Eyyubî duh di saetên sibê de li dijî nokteya polîsan êrîş pêk hat û piştî êrîşê 7 kesên li taxê hatin înfazkirin. Di êrîşê de polîsek li cihê bûyerê mir û 3 heb jî li nexweşxaneyê miribûn.

Piştî pevçûnê 7 kes ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin înfazkirin û di malperên civakî yên aydê hêzên şer yên taybet de hinek wêne hatin weşandin û ev jî înfazê piştrast dike.
Li gorî şahidandi pevçûna piştî êrîşê de 7 kes ji aliyê polîsan ve hatine înfazkirin.

Li gorî agahiyên şêniyên taxê walitiyê di daxuyaniya xwe de kesa hatiye gotin jine. Walitiya Mêrdînê di malpera fermî de têkildarî pevçûnê de daxuyanî daye û diyar kiriye ku 2 kesî jiyana xwe ji dest daye û kesek jî bi giranî birîdar bûye. Di daxuyanya duyem de hat gotin k udi operasyona tê berdewamkirin de 5 kesên din mirine û tevî bûne 7 heb.

Têkildarî nasnameya jina hatiye binçavkirin de ti agahî nehat girtin.
(kom/hu)