Dayikên Şemiyê ji bo kujer bên darizandin li qadan bûn

16:28

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Şemiyê li Amed, Êlih û Stenbolê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li qadan bûn.

STENBOL

Di hefteya 594'an de li Qada Galatasarayê çalakiya Dayikên Şemiyê berdewam kir. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de dîsa bang li dewletê kir û xwest kujer bên darizandin û aqûbeta zarokên wan bê aşkerakirin. Dayikan di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa Hurşît Kulter jî û xwestin Hurşît ê ev 79 roj in tu agahî jê nayên girtin, aqûbeta wî bê aşkera kirin. Di çalakiya dayikan de Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Wekîlê CHP'ê Segîn Tanrikulu û dayika Berkîn Elvan ê bi fîşeka gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da jî cihên xwe girtin.

Di çalakiya di bin pêkanînên OHAL'ê de hat destpêkirin de destpêkê birayê Ridvak Karakoç ê berî 21 salî di bin çavan dehatibû winda kirin Hasan Karakoç axivî. Hasan di axaftina xwe de binçavkirina dayika 83 salî Dilşah Ozgen şermezar kir.

Pişt re Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku gel 79 roj in behsa Hurşît dike, lê heta niha tu bersiv negirtine û xwest aqûbeta Hurşît bê aşkera kirin. Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu bertek nîşanî binçavkirina dayika aştiyê Dilşah Ozgen da û ev tişt got: "Ev pêkanîn pêkanîneke dijminane ye. Hevjînê Ozgen jî di demên borî de hatiye windakirin, şîngirêdana Ozgen jî wekî sûc hatiye dîtin."

Aqûbeta Abdurrahîm Demîr hat pirsîn

Piştî axaftinan aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17'ê tebaxa 1995'an de di bin çavan de li Mêrdînê hatibû windakirin hat pirsîn. Hat gotin ev 21 sal in tu agahî ji Abdurrahîm nayê girtin.

AMED

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefeya 392'yan de li Parka Koşuyolu li ber Birdariya Mafên Jiyanê hatin gel hev û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'a Amedê, wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, bertevkên saziyên sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta kurapên hev Hasan Kanat û Mehmet Yanen ên di sala 1994'an de li mezraya Dîktaşê ya gundê Kaledîbî ya navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin û piştî 39 rojan cenazeyê wan kîlometreyekî dûrî navçeyê hat dîtin hat pirsîn.

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Adnan Orhan axivî û diyar kir ku divê dewlet aqûbeta windayan derxe holê. Wekîla HDP'ê Meralê jî bang li dewleta tirk kir û xwest dewlet bi komkujiyên salên 90'î re hev rû bibe û kujeran darizîne.

Hasan û Mehmet hatin bi bîr anîn

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Hasan Yalçin aşkera kir ku Hasan Kanat û Mehmet Yanen di 17'ê Tîrmeha 1994'an de ji hêla leşkerên Tûgaya Komando ya Boluyê ve hatine binçavkirin û di bin çavan de hatine windakirin.

Piştî axaftinan 5 deqan çalakiya rûniştinê hat li darxisitn.

ÊLIH

Li Êlihê jî di hefteya 392'yan li Kolana Gulistanê di pêşengtiya ÎHD'a Êlihê û xizmên windayan de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakî hat li darxisitn. Di çalakiya vê hefteyê de rêveberê ÎHD'a Êlihê Fahrettîn Asutay axivî û diyar kir ku ew ji bo windayan her hefte li qadan e û got ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.

Fahrettîn destnîşan kir ku ew li dijî hemû polîtîkayên şer û şidetê ne û ev tişt got: "Bila tu kes li bendê nebe ku em ê hînê şer û şidetê bibin. Ji bo wê jî tişta ku divê bê kirin, demek ji ya din zûtir divê dest ji rêbazên OHAL û hemû pêkûtiyên dide û milîtarîzmê bê berdan."

Piştî axaftinan 5 deqan çalakiya rûniştinê hat li darxisitn

(kom/rc)