Azîze Onkol ji aliyê jinan ve hat oxir kirin
16:53
JINHA
AMED - Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) li Amedê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) a li mezraya Serero ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergitin û anîn Amedê. Cenaze anîn taxa Çemê Elîka ya Licê û li vir piştî wecîbeyên olî li ser milê jinan li mezraya Qelesiyê li goristana malbatê hat definkirin. MEYADER, HDP, HDP û DBP û bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" "PKK gel e, gel li vir e" hatin berzkirin piştre jî sirûda "Çerxa şoreşê" hat xwendin û rêz hat girtin.
Hevseroka MEYADER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle li vir axivî û diyar kir ku ew weke jinên kurd dê tu caran dev ji têkoşînê bernedin.
Bavê Azîzeyê, Haci Ekrem Onkol jî got, "Keça min şehîda gelê Kurde. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Ji bo Azîzeyê li gund konê sersaxiyê hat danîn.
(rc)