Kongreya Star: Xeyala gelê Minbicê pêk hat
17:01
JINHA
QAMIŞLO- Koordînasyona Kongra Star bi boneya rizgarkirina bajarê Minbicê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev serkeftin li gelên herêmê pîroz kir.
Kongreya Star bi boneya rizgarkirina bajarê Minbicê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya Kongra Star de wiha hate gotin: "Em weke Kongra Star rizgarkirina bajarê Minbicê li tevahî gel pîroz dikin. Hemleya Fermandar û Şehîd Feysel Ebû Leyla bi berxwedaniya şervanên Mecilsa Leşkerî ya Minbicê şahidî ji dîrokê re kir. Şervanên leheng ên ku bi têkoşîna xwe hemleya Minbicê bi serkeftinê tacîdar kirin, xewna fermandarê xwe şehîdê nemir Feysel Ebû Leyla û hemû şehîdên azadiyê pêk anîn.
Em azadiya Minbicê destpêkê li şervanên azadiyê, her wiha li tevahî gelê Sûriyê û taybet li gelê Minbicê pîroz dikin. Bêguman ev pêngav pir bi wate û giring bû, ji ber ku ev pêngav bingehê avakirina sîstema federalîzma demokratîk a navbera hemû gelên Surîye de dijîn, avakirina wêye. Azadkirina bi sedan jin, zarok û gelê Minbicê di encama têkoşîna bêhempa a şervanên azadiyê ku li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞê dan, pêk hat. Bi vê têkoşînê re bêhna azadiyê di nav gel, jin û tevahiya civakê belav bû. Her jina ku gihîşte şervanan, destpêkê çarşefa reş a ku dagirkerên hov li wan kiribûn, şewitandin. Wan bêhna azadiyê kişandin dil, mêjî û ruhê xwe. Bi dehan jinên Ereb beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. Beşdariya jinên Ereb di nav refên têkoşînê li hemberî hovîtiyê, têkoşîna azadiyê dayîn, wetaya wê gelek e. Êdî jinên Ereb bi vîna azad xwe dê biparêzin. Di yek çepera şer de, jina Kurd, Tirkmen û Ereb bi baweriya têkoşîna azadiyê xwe nas dike û li hemberî hêza herî paşketî, têkoşîna azadiyê dimeşînin."
Herî dawî di daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star wiha hat gotin, "Gelê Minbicê ku ev çend salin di bin destê dagirkeriya DAIŞ diperçiqin, xeyela wan a herî mezin bû rojekê ji dagirkeriya vê hêzê rizgar bibin. Ev xeyala gel pêk hat. Lewre divê wateya azadiyê ji bo gelê Minbicê hertim pir giranbuha be û ji bo karibin vê azadiyê vegerînin jiyaneke demokratîk û ewle divê di serî de jin; tevahiya beşên civakê xwe birêxistin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku piştî êşên mezin jiyaneke hîna watedar pêşdikeve. Carek din em azadiya Minbicê li Şehîdan, li şervanan û tevahiya gelê Sûriyê û malbata şehîdan pîroz dikin."
(hs/rc)