Nûçegihanê RojNews Vedat Hisên hat qetilkirin

17:27

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dihokê nûçegihanê RojNewsê Vedat Hisên Elî ji aliyê hinek kesên nasnameyê wan nediyar ve tê revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û qezaya Sêmêlê de tê dîtin.

Li Taxa Malta ya Dihokê nûçegihanê RojNewsê Vedat Hisên Elî îro serê sibehê dema ku dixwaze biçe li ser kar ji aliyê hinek kesên nasnameyê wan ne diyar ve tên revandin û di saet 12:30'an de cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û qezaya Sêmêlê de qetilkirî hate dîtin. Heya niha derbarê bûyerê de ti agahiyên zelal bi dest neketine.

Rojnameger Vedat Hisên Elî li ajansa RojNews nû dest bi kar kirî bû.

(rc)