ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Teqîna di 14’ê Tebaxa sala 2007’an de li Sîba Şêx Xidir û Tilizêr jî weke xelekek ji fermanên di dîrokê de ser gelê Êzidî hatî kirine. Jinên Şengalê jî ew teqîn weke dema avakirina DAIŞ’ê û amadekariyên wan ên fermanê binavkirin.

*Tecrîda girankirî ku ji hêla Tirkiyê ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, hîn jî didome. Têkildarê mijarê jinên ku di xebatê perwerdeyê de cihê xwe digirin got: "Eger agahî ji Rêber Apo neyê girtin wê felaket li Tirkiyê biqewime. Êdî divê AKP'ê siyaseta xwe ya şaş biguhere."

*Rojnameya Azadiya Welat 10 sala li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi kurdî ligel hemû astengî û êrîşan weşana xwe berdewam dike. Edîtora Azadiya Welat Elîfcan Alkan li ser giringiya nirxê Azadiya Welat axivî û diyar kir ku Azadiya Welat deng û rengê gelê kurd e.


*Muyesser Ulker ku di salên 90’î de xizmên xwe winda kirin û di bin îşkenceyan de derbas bû got: “Ew sal têr nekirin niha jî heman tiştan pêk tînin. Lê çi dibin bila bikin gelê Kurd ji dest ji doza xwe berneda û wê bernede jî. Ji ber ku em mafên xwe dixwazin.”

*Ayşe Îşçî (Havîn Feraşîn) ya di salên 90’î de li Botanê hat dinê zext û zilmê re rû bir û hat. Dayika Ayşeyê Halîmeyê got: “Ayşe şehîd ket lê keçek min ya din çêbû. Hemû gerîla zarokin minin.”