Jinên Şengalê komkujiya Sîba Şêx Xidir û Tilizêr vegotin
09:05
Xensê Xidir - Îlham Hecî/ JINHA
ŞENGAL – Teqîna di 14’ê Tebaxa sala 2007’an de li Sîba Şêx Xidir û Tilizêr jî weke xelekek ji fermanên di dîrokê de ser gelê Êzidî hatî kirine. Jinên Şengalê jî ew teqîn weke dema avakirina DAIŞ’ê û amadekariyên wan ên fermanê binavkirin.
Di 14’ê tebaxa 2007’an de seat 7’ê êvarê teqînek pir mezin li Sîba Şêx Xidir û Tilizêr çêbû. Di teqîna çêbû û bandorek gelek mezin li herdû nafçeyan kirî de, 330 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 720 kes jî birîndar bûn. Dayikên ku bi çavên xwe teqîn dîtine û şahidî ji bûyerê re kirine ji bo me qala wê demê kirin û dan zanîn ku ew teqîn weke despêkirina amadekariyên DAIŞ’ê yên fermanêbûne.
Yek ji wan jî Dayika Eyşê Ebdo ya ji gundê Xirbet Qawala ku binya TilEzer e, tiştê di dema teqînê de bi çavên xwe dîtî wiha anî ziman: “Di saet 7’ê ber êvarkî de dengek pir bi bandor hat. Herkes di ciyê xwe de hişkbûn, kesek nedizanî çi bûye. Dawiyê em hînbûn ku li Til Ezêr û Sîbayê teqîn çêbûye, hemû reviyan çûn ciyê teqînê. Ji ber toza rabûyî kesê kes nasnedikir. Cîranek me yê feqîrek xirqa hebû, ew jî bi du kurên xwe ve di nava teqînê de jiyana xwe jidestdan. Dema em ji bo definkirina cenazeyê wî çûn goristanê me dît çend kesan ew xistine nava betaniyekê û anîn ser goristanê. Mirovên di wê teqînê de jiyana xwe jidestdayîn hem canê wan pareçbûyîbû, hem jî şewitîbûn. Hemû ew mirovên parçebûyî li gel hev definkirin. Yên bi kêrî şûştinê dihatin jêre cuda tirb di kolan û di xistinê. Bi qasî vê fermanê wê demê jî ji me çûn dîsa. Rojên cejnan herkes diçin ser wî cihê di nava goristanê de kolayîn û hemu mirovên parçebûyî xistinê. Li wê hem xêr didin, hem jî digirîn, hîna nizanin xizmên wan ên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane di nava wê denin yan na.”
Eyşê da zanîn ku hîna di wê demê de DAIŞ’ê ji bo fermanê xwe amadedikir û wiha berdewam kir: “Yên kû ew teqîn çêkirin pêşengên DAIŞ’a ku îro bûyiye û amadekariya vê fermanê dikirin. Bêyî ku haya kesê hebe fermanek bê eman bi ser me de hat. Zarokên bêguneh di landika de kuştin, dikandar li ser kursiyên xwe bê serî man. Xwedê heqê me ji wan re nehêle, ma me çikirbû ev hate serê me. Xwedê heqê bê guneha li erdê nahêle. Destpêkê asayiş nebû piştî wisabûy danîn, ma kê hajî teqînê hebû heya xwe bi parêzê. Heger wê demê em ser xwe ve hatiban îro ev ferman nedihat serê me.”
Dayikek ji gundê Sîba Şêx Xidir Xezal Hecî jî weha behsa teqînê dike: “Demê teqîn çêbûyi saet 7’ê êvarê bû, 2 qemyon li Sîba û 2 Tilizêr teqîn. Lê ya Sîbayê bandora xwe zêde nekir ya herî giran ya Tilizêr bû. Heger ya ji me û xerbê de teqiyaba kesek ne dima. Başbû ne teqiya. Dema teqîn çêbû serê ajoker firiya li cem gundê me ket. Ew jî bi rihbû wek DAIŞ’a niha. Wek kû em dizanin yên ev teqîn kirîn Telalebû xêma û kurê Hisên Evdal El Xatûnîbûn. Êşeka pir mezin herdû gunda kişand.”
Xezal bilêv kir ku ew bi fermanan tine nabin û wiha dom kir: “Ez dixwazim miletê Êzidî her serkeftî be, serkeftin ya meye. Ez dixwazim yên çûne welatên xerîbiyê vegerin warê xwe. Me xêr ji Xwedê divê. Ferman nikare me tine bike. Em ser ola xwe û çanda xwe ne. Di her fermanê de DAIŞ ek cuda ser me de hat, lê vir şunda em mecal nadin ku DAIŞ’ên nû ava bibin û ferman li ser me de bînin.”
(zt)