'Felsefeya Rêber Apo kaniya jiyana azad e'

09:09

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN- Tecrîda girankirî ku ji hêla Tirkiyê ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, hîn jî didome. Têkildarê mijarê jinên ku di xebatê perwerdeyê de cihê xwe digirin got: "Eger agahî ji Rêber Apo neyê girtin wê felaket li Tirkiyê biqewime. Êdî divê AKP'ê siyaseta xwe ya şaş biguhere."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Îmraliye di bin tecrîda giran de ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha destûr nayê dayîn heyet biçe Îmraliyê. Piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana rewşa awerte (OHAL) der barê ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan de guman zêde bûne. Li bajarê Rimêlana Kantona Cizîrê jinên ku di xebatên perwerdeyê de cihê xwe digirin têkildarê tecrîda girankirî nirxandin kirin.

'Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî gelê Kurd e'

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Zozan Dêrik diyar kir ku AKP ketiye nava metirsiyek mezin de û wiha axivî, "Ev demek dirêje ku tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo ji hêla Tirkiyê ve tê meşandin. Ev tecrîd tenê nîşaneya tengasî û metirsiya dewleta Tirkiyê ye. Ev yek bi destê AKP'ê tê meşandin, li beramberî wê jî tevahî hêzên cîhanê bêdeng dimîn in. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî gelê Kurd e. Hewla darbeyê bi destê hikûmeta AKP'ê û Erdogan hate kirin. Armanc ji vê yekê mafê gelê kurd bi operasyonên qirkirinê têk birine. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê mîna Nisêbîn, Şirnex û Sûrê berxwedaniyek mezin li hember êrîşan pêk hat. Vê yekê hêrs û tengasiya AKP'ê jî diyar kir."

'Divê jin xwedî li rêbertiyê xwe derên'

Zozanê got ku divê AKP'ê dev ji polîtîkaya xwe ya şaş berde û wiha pêde çû, "Êdî dem hatiye ku AKP'ê dev ji vê siyaseta xwe ya şaş biqere. Îro felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê deng vedaye. AKP'ê jî bi tecrîdê dixwaze vê felsefeyê ji holê rake û armanc dike gel û rêbertî ji hev qut bike. Li hember vê siyasetê divê gelê kurd, jin û ciwan her kêlî li kolan û qadan bin. Weke ku Rêber Apo bi fikirê xwe rêya azadiya ji jinan re nîşan da û li tevahî jinan xwedî derket, divê jin jî bi heman ruhî dakeve qadan û azadiya Rêbertiya xwe bixwaze. Eger agahî ji Rêbertî neyê girtin, li Tirkiyê tê wateya ku wê felaket biqewime."

'Felsefeya Rêber Apo kaniya jiyana azad e'

Rêvebera Navenda Zanist û Fikirê Azad Delîla Muhemed jî da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêk anîn li tu deverê cîhanê tecrîdek wiha pêk ne hatiye û wiha domand, "Felsefeya Rêber Apo kaniya jiyana azad e. Ji ber wê dewleta Tirkiyê ya faşîst tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo dide meşandin. Tirkiyê dixwaze mîna tecrîda li ser Mandella li ser Rêber Apo jî bide meşandin. Lê rewşa Mandella hîn ji ya Rêbertî baştir bû, malbat û parêzerên wî hevdîtin pê re dikirn û ne bi qasî tecrîda li ser Rêbertî giran bû."

'Divê jin asta têkoşînê bilind bikin'

Delîlayê herî dawî bang li tevahî jinên cîhanê û taybet ên kurd kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan dakevin qadan û wiha got, "Divê tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd li her devera ku dimîn in, li hember siyaset AKP'ê çalakiyan pêk bînin. Divê jin asta têkoşînê bilind bikin."

(hs/rc)