'Azadiya Welat deng û rengê gelê kurd e'
09:11
JINHA
AMED - Rojnameya Azadiya Welat 10 sala li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi kurdî ligel hemû astengî û êrîşan weşana xwe berdewam dike. Edîtora Azadiya Welat Elîfcan Alkan li ser giringiya nirxê Azadiya Welat axivî û diyar kir ku Azadiya Welat deng û rengê gelê kurd e.
Rojnameya Azadiya Welat li Kurdistan û Tirkiyê piştî Rojnameya Kurdistanê yekemîn rojnameya kurd e. Azadiya Welat ku di sala 1996'an de bi heftane weşana xwe dikir di 15'ê Tebaxa 2006'an de weşana xwe bi rojane berdewam kir û xwe gihand hemû gel. Ligel her cure astengî û êrîş Rojnameya Azadiya Welat bi ked û berxwdanek mezin 10 salan xebatê raghandinê berdewam kir. Rojnamegerên jin jî bi salan e di vê rêwîtiyê de cihên xwe girtin û bi giyana têkoşîna Azadiya Welat xebatên xwe dan meşandin.
'Azadiya Welat xitabê hemû gelan dike'
Edîtora Azadiya Welat Elîfcan Alkan di derbarê giringî û wateya Rojnameya Azadiya Welat de axivî û diyar kir ku di welêt de giringiya Rojnameya Azadiya Welat gelek mezin e û û got ku Azadiya Welat ligel zimanê kurdî, kirmançkî û soranî jî heye. Elîfcanê wiha axivî, "Dema ku welatî dest avêt xwendina rojnameyê divê hemû nirxên gelan bibîne û fêrî wê nirxê civakê bibe. Di Rojnameya Azadiya Welat de ligel zimanê kurdî, kirmançkî û soranî jî heye. Her wiha çand, wêjeya û agahiyên cihanê jî ji gel re dibe ronahiyek. Her welatiyeke ku rojnameyê bixwînê dikare bibe xwedî fikir û ramanek."
'Dibin hemû astengiyan de weşana xwe berdewam dike'
Elîfcanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Azadiya Welat ji roja destpêka weşanê heya îro her tim dibin gelek zor û zehmetiyan de derbas bûye û rastî astengiyan hatiye. Elîfcanê got, "Dema ku rojnameya Azadiya Welat yekem car hate weşandin li ser gelek zext hatin kirin. Bi dehan rêhevalên me ji ber nûçeyên tehşîrkirina polîtîkayên dewletê hatin qetîlkirin. Li diwarên biroyê de gelek wêneyên rojnamegerên Azadiya Welat ku hatin qetîlkirin hene. Em jî wek nîfşên nû û şopdarên wan, ala têkoşînê wan ligel hemû astengiyan didin meşandin."
'Jin di qada çapemeniyê de jî cihê xwe girt'
Elîfcanê li ser xebat û cihgirtina rojnamegerên jin a di Azadiya Welat de jî ev tişt anî ziman: "Dema têkoşîna azadiya gelê kurd hat destpêkirin jinên kurd çawa li hemû qadan cihên xwe digirin di qada çapemeniyê de jî cihê xwe girtin. Her wiha jinan di têkoşîna rojnameyê de jî xwe nedan paş û heya dawiyê bi beweriyek mezin xebatên giranbuha dan meşandin û her tim rastiyê ragihandin gel. Çapemeniya kurd bi saya têkoşin û berxwedana cangoriyan gihêşt heya roja îro." Elîfcanê bi lêv kir ku dê ew heya dawiyê şopdarên rojnamegerên jin ya Azadiya Welat bin û nirxên wan bidin jiyandin.
'Dê salvegera rojnameyê li Parka Rojava pêk were'
Elîfcanê di derbarê bernameya pîrozbahiya 10.mîn salvegera Azadiya Welat de jî ev agahî da: "Em ê îsal salvegera rojnameyê bi gel re pîroz bikin. Ji ber ku em nikarin gel û rojnameya Azadiya Welet ji hev qut bikin. Ji ber vê yekê me biryar da ku li Parka Rojavayê bernameya pîrozbahiyê li dar bixin. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwenin bernameya pîrozbahiya Azadiya Welat. Îro rojname bi saya piştgirî û xwedî derketina gel li ser piyan e."
(ra/ho/rc)