'Em di salên 90’î de netirsiyan wê îro jî netirsin’

09:13

Şehriban Aslan / JINHA

AMED – Muyesser Ulker ku di salên 90’î de xizmên xwe winda kirin û di bin îşkenceyan de derbas bû got: “Ew sal têr nekirin niha jî heman tiştan pêk tînin. Lê çi dibin bila bikin gelê Kurd ji dest ji doza xwe berneda û wê bernede jî. Ji ber ku em mafên xwe dixwazin.”

Muyesser Ulker ya ji Pasûra Amedê di salên 90’î de şahidiya şîdeta dewletê, kuştinên kiyarnediyar û valakirina gunda kir, di wan salan de gelek xizmên xwe dinda dike. Apê wê tê qetilkirin û piştre xwişka xwe winda dike. Dayika wê jî di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dide. Muysser jî di bin çavan de rastî îşkenceyê tê.

Muysserê da zanîn ku di sala 1992’an de li Pasûrê hovîtiyek mezin hatiye jiyîn û got xwişka wê ducanî bûye û sancî tênê lê ji ber destur nayê dayîn ku biçe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide û got: “Ez heta saxbim wan hovîtiyan jibîr nakim. Ji wê rojê şûnde zextên dewletê zêde bûne. Birayê min di bin çavan de rastî îşkenceyên giran hat û dayika min jî ji ber vê felç bû.”
‘Kurê min ji bo tolgirtinê çû’

Muyesserê destnîşan kirin ku daika wê ya felç hatiye binçavkirin û got: “Rewşa wê gelek xerab bû. piştî 20 rojan dayika min xistin girtîgehê. Li girtîgehan li ciwan û extiyaran îşkence dikirin. Kurê min li dijî van tiştên hatin jiyîn çû gerîla.”
'Carek din hat binçavkirin’

Muyesserê bi lêv kir ku dayika wê hatiye berdan û ji bo hevdîtina bi serokwezîra demî Tansu Çîllerê bi dayikan re çû Enqereyê û got: “Wê demê Tansu Çîllerê li dayika min doza heqeretê vekir û dayika min hat binçavkirin û rastî îşkenceyêngiran hat. Du guliyên dayika min hebûn. Polîsan bi guliyên wê girtin û rakirin. Dayika min tevî van îşkenceyan dest ji doza xwe berneda. Dozger ji dayika min re got te çima heqeret li Çîllerê kiriye. Dayika min bersiv neda û tenê nîşaneya serkeftinê kir. Dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ berz dikir. Dayika min ji dozger re got ‘belê dozger beg belê, ti li cihê xwe runiştiye, ti êşa gelê Kurd nizanî.’ 7 sal ceza dan dayika min lê taloq kirin. Lê dayika min êdî ranebû û jiyana xwe ji dest da.”

Muyserê got ew jî bi rojan di bin îşkenceyê de maye û got: “Zilma ku li gelê Kurd nehatiye kirin nema. Ew sal têr nekirin niha jî heman tiştî dikin. Lê çi jî kirin Kurdan dest ji doza xwe berneda. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em mafê xwe dixwazin.

(be/hu)