Li girtîgiha Dîlokê îşkenca OHAL ê ya bê av

10:53

JINHA

AMED - Girtiyên ji Amedê sirgunî Girtîgiha Tîpa L ya Dîlokê kirine rastî îşkencê tên. Girtiyên hatine tazî kirin û bi rojan bê av mane bi nexweşiyê re rû bi rû ne.

Li girtîgihan her roja diçe sepandinên nû yên OHAL'ê zêdetir dibin. Derket holê ku girtiyên ji Girtîgiha Amedê Tîpa D sirgunî Girtîgiha Tîpa L ya Dîlokê ku nû hatiye vekirin kirine hem girtî û hem jî malbat rastî îşkencê hatine. Dayika Mehmet Uyarik ê ku hatî sirgun kirin Şehrîban Uyarik got ku dema kurê wê hatiye sirgun kirin tukesî agahî nedaye wan, ew ji çapêmeniyê pêhisiya ne ku kurê wê hatiye sirgun kirin.

'Di germa hevînê de avê nadin girtiyan'

Şehrîbanê pirsgirêkên girtiyan wiha anî ziman: "Girtî di rê de rastî heqaret û darb kirinê hatine. Girtî di ketina girtîgehê de rastî îşkenceya tazî hatine. Piştre gardiyanan ji girtiyan wek berê xwestine ku bibin rêz. Piştî ku girtiyan rêz qabûl nekirine rastî îşkencê hatin e. Ev çend rojin girtî sirgunî Girtîgiha Dîlokê kirine, lê hîn jî bê avin. Di germa havînê de her roj eynî cilan li xwe dikin û bê avin. Xwarinê nadin û nivînên ku girtî ser razin jî nîn in, li ser erdê bê nivîn dirazin."

Malbat jî rastî îşkecê hatine

Selma Ozkan diyar kir ku bav û du birayên wê Murat û Nevzat di girtîgehê dene. Selma da zanîn ku despêkê wan nedizanî birayên wê sirgunî kîjan girtîgehê kirine, piştî bi rojan nû hînbûne ku birayên wê Murat û Nevzat sirgunî Girtîgiha Tîpa L ya Dîlokê kirine. Selma destnîşan kir ku tundiyên ser girtiyan her diçe zêdetir dibe. Selma bilêv kir ku dema diçin hevdîtinê jî hîna li devê deriyê girtîgihê rastî haqaretan tên û wiha domand: "Malbat ji hev veqetandin û yek yek derxistin hevdîtin ê. Gardiyanan li ser me malbatan zilm kirin û em dibin lêgêrîna tazî de derbas kirin. Gardiyana ji mere gotin ku hûnê 40 dakîka hevdîtin bikin, lê hîn zûtir em derxistin."
Tiştên ku birayên Selmayê di girtîgehê de dijîn wiha ji wê re vegotin: "Dema min herî dawî birayên xwe dîtin pir perîşan bibûn. Em hîn bûn ku birayên min hatine tazî kirin û lêdan xwarine; gelek hevalên wan xistine hucreya bi tenê. Pêwistiyên girtiyan negihiştine destê wan. Bi rojane avê nadin girtiyan. Hemû girtî ji ber germê nexweşketine. Bila hemû kes li hember vê zilmê rabe ser piyan.

'Em ê li mafê xwe bi gerin'

Selma bi lêv kir ku dewlet di nava xwe de şerê desthilatiyê dide meşandin ji ber wê jî êrîşî Kurdan dike û wiha dom kir: "Bi sirgunkirina girtiyan wek ku malbatan îşkence dikin. Lê bila hikumet zanibê Kurd wê li zarokên xwe xwedî derkevin."
Selma di dawiyê de got ku ew ê ji ber tundî îşkenceya li ser girtiyan serî li ÎHD'ê bidin.

(dt/zt)